Pêkhateyên Tiltemirê: Êrişa 6’ê Çileyê li ser Rojava pilangeriya 15’ê Sibatê ya duyemîn e

Îro, bi boneya salvegera 27’emin ya komploya navnetewî li bajarê Tiltemirê Kurd, Ereb û Aşûrî û Zirganê yên Kantona Cizîrê meşek girseyî lidar xistin û salvegera 27’emîn a komploya navneteweyî li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin.

Til Temir – Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan bi komployek navneteweyî di 15’ê Sibata 1999’an de hat dîlgirtin.

Bi armanca şermezarkirina salvegera 27’an a vê komployê, bi sedan ji gelê Til Temir û Zirganê bi pêkhateyên xwe li cem Meclisa Malbatên Şehîdan kom bûn û bi diruşmeyên silavkirina berxwedana Îmralî û şermezarkirina dewletên ku ev komplo pêk anîn, dest bi meşa xwe kirin.

Meş di bin diruşmeya “Êrişa 6’ê Çileyê li ser Rojava pilangeriya 15’ê Sibatê ya ya duyemîn e” hat destpêkirin.

Pîr, kal, jin, ciwan, zarok, mêr û hemû kesa/ê ku li dijî komplo bi helwest in amade bûn, gotina xwe kirin û diruşme berz kirin. Kesên diruşmeyan berz dikirin biryardariya xwe ya bi Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan re diyar dikirin û soza azadiya fizîkî didan.

Meşvanan piştî ku di kolanên bajar re derbas bûn li ser rêya M4 rawestiyan li ser giyanê pakrawanan deqeyek rêzgirtin girtin. Piştê rêzgirtinê şêwirmendê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Hesen Koçer axivî.

‘Rêber Apo qirkirina li ser Rojava da seknandin’

Paşê Şêwirmendê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Hesen Koçer axivî û wiha got: “Di 15’ê Sibatê de Rêber Apo dîlgirtin îro jî hewldanên te tasfiyekirina felsefeya wî tê kirin, ev di êrîşên li ser Rojava de eşkere ye. Êrîşên li ser Rojava bi komployek navneteweyî û hêzek mezin hatiye kirin, ji ber hikûmeta demkî a Sûriyê nikare li hember me bi tena xwe şer bike. Pêvajoya aşîtiyê rê li ber qikirina gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê da rawestandin û di serî de jî ev hewldanên Rêber Apo ne, ne yê hêzên navneteweyî ne. Ji ber armanca vê komployê qirkirina gelê Kurd bû.”

‘Parastina destekftiyên gelê Kurd bi Kongereyek Netewî çêdibe’

Hesen Koçer got ku xeteriyên li ser Kurdan dewam dikin, îro ne tenê li ser Rojava li ser Başûr jî xeterî hene û wiha xebata ku tê xwestin bilêv kir: “Divê ku em destekftiyên kurdan biparêzin, parastina wê jî bi Kongreyekî Netewî çêdibe ku stratejiya me Kurdan diyar bike.”

‘Ger Ocalan neba wê Rojava bûbûya Xeza ya duyemîn’

Hesen Koçer di dawî de got ku Rêber Abdullah Ocalan ev êrîş dan sekinandin da ku gelê Kurd li Rojava ji qirkirinê xilas bike. Ger ku Rêber Apo destwerdana vê pêvajoyê nekiriba wê Qamişlo û Rojava tev bûba Xeza ya duyemîn.”

‘Dîlgirtina Rêber Apo di dîroka têkoşîna gelê Kurd de bû xalek werçerxê’

Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk Semah El-Ebadî a bajarê Zirganê jî axivî: “Dîlgirtina Rêber Apo di dîroka têkoşîna gelê Kurd de bû xaleke werçerxê û di siyaseta li Rojhilata Navîn a nûjen de bû sedema guhertinên bingehîn. Ev ne çalakiyek dîlgirtinê bû biqasî ku komployek îstîxabaratî navneteweyî ya mezin bû. Armanc hedefgirtina fikrê azadîxwaz û demokrasiyê bû. Aliyek din yê komplo jî têkbirina têkoşîna jinan bû ku heta niha êrîşên li ser pergala jin dewam dike.”

‘Cihgirtina jinan di navendên biryarê de wekhevî ye ne xeterî ye’

Semah got ku hevkariya jinan û cihgirtina wê di navendên biryarê de îstiqrar û wekheviyê tîne ne xeterî ye li gorî ku desthilatên vî welatî dihizirin. Herwiha da zanîn ku hewldanên têkbirina îradeya gelê Kurd li Kurdistanê têk çûye êdî. Têkoşîna gelê Kurd li çar aliyên Kurdistanê û Şoreşa Jin li Rojava eşkere dike ku felsefeya Rêber Apo rasteqînek zindî ye nayê têkbirin.