‘Em ji bo Rêber Apo daran diçînin’
Li Şengalê di çerçoveya rêze çalakiyên 4’ê Nîsanê de zarok dar çandin, şahî lidarxisin û lesytok leystin.
Şengal – Di pêşengtiya Şaredariya Gel a Şengalê û Saziya Ziman û Perwerdê de ji bo zarokan li Parka Dayê Erzan a li Geliyê Kersê û li Medreseya Sor ya li navenda Şengalê şahî hate lidarxistin. Di şahiyê de zarokan ji bo Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan dar çandin, stran gotin û govend gerandin. Her wiha di pêşbirkande jî cihê xwe girtin.
Berdevka Şaredariya Gel a Şengalê Marya Şengalî derheqê amadekariyên hatine kirin û girîngiya rojêde ji ajansa me rea axivî:
‘Rêber Apo herê zêde li ser azadiya jin di sekine’
Marya Şengalî di destpêka axaftina xwe de rojbûna Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û wiha got: “Weke Şaredariya Gel a Şengalê û Saziya Ziman û Perwerdê ya Şengalê bi boneya 4’ê Nîsanê me xwest li vir şahî lidarbixin. Zarokên Êzidxanê îro li vir kombûne û vê rojê pîroz dikin. Tişta herî baş ji bo Şengalê zêdebûna keskayî ye, ji bo vê jî me îro li vir dar çandin. Me xwest şahiya xwe li bexçê jina çê bikin ku ev bexçe ji bo bîranîna jinên Êzidî hatiye çêkirin. Ji ber tişta ku Rêber Apo herî zêde li ser disekine azadiya jinê ye. Bi vî awayî me xwest vê roja herî pîroz em li vir pîroz bikin. Zarok pêşeroja civakê ye. Îro li Şengalê zarokên li vir bi zimanê dayikê perwerdeya xwe dibînin, ev tiştekî girîng e. Îro bi hejmarek zêde zarok li vir kombûne û di şahiyê de cihê xwe girtine.’
‘Ji bo ku dema Rêber Apo hate li vir kêyfxweş bibe me dar çandin’
Zaroka bi navê Sîdra ku diçe pola çaremîn ji bo şahiya hatiye lidarxistin keyfxweşiya xwe tîne ser ziman û dibêje: “Îro rojbûna Rêber Apo ye, em hatin da ku pîroz bikin. Ji bo Rêber Apo darên xweşik biçînin da ku dema Rêber Apo hate li vir kêyfxweş bibe. Ez vê rojê li Rêber Apo pîroz dikim. Em gelekî kêfxweş in ku ji bo Rêber Apo em li vir kombûne. Em spasiya Rêber Apo dikin.’