'Pêdiviya jinên Xezayê bi piştgiriyê heye'
Koordînasyona Yekîtiya Komîteyên Jinên Filistînî Raniya El-Sultan destnîşan kir ku divê di warê zanebûn, pêşxistin û dayîna alîkariya ji jinên Xezayê re, xebat bê kirin.

REFÎF ISLÎM
Xeza – Derbarê pirsgirêkên ku jin rûbirû dimînin de, pêwîstî bi zanebûnê heye da ku mafên wan bên parastin. Bi taybetî piştî şerê ku salek û 3 meh berdewam kir. Di nava wî şerî de jinan hemû hezkiriyên xwe wenda kirin û niha hewl didin pêdiviyên xwe yên jiyanî bicîh bînin.
'Di warê derûnî de pêdivî bi alîkariyê heye'
Koordînasyona Yekitiya Komîteyên Jinên Filistînî Raniya El-Sultan bal kişand ser girîngiya pêşxistina zanebûnê ya ji bo jinên Filistînî û wiha got: "Hişmendî xwedî roleke sereke û girîng e ku beriya şer jî saziyên jinan vê rolê dilîstin. Jin ji bo bidestxistina mafên xwe têdikoşin. Piştî şer jî pêdiviya jinan û jinên ciwan bi zanebûnê heye. Divê li hember kiryaran serî rakin. Di heman demê de pêwîstî bi başkirina derûniya jinan heye. Piştre em dikarin balê bikşînin ser pirsgirêkên jinan ên aborî, siyasî, civakî, çandî û perwerdeyê yên ku beriya şer ji bo wan xebat dihatin meşandin û niha çareser bikin. Jinên Filistînî di şer de jî hewl dan bibin xwedî biryar. Ji ber vê pêwîst e piştevaniya ji jinan re her dem bidome. Ev erk jî dikeve ser milên saziyên jinan."
'Divê piştgirî ji jinan re bê dayîn'
Raniya El-Sultan da zanîn ku divê di warê zanebûn, pêşxistin û pêşkêşkirina alîkariyên ji jinan re li Xezayê xebat bên meşandin û wiha got: “Ji bo ku jin û jinên ciwan bi zanebûn qadên aborî, civakî û siyasî bi rê ve bibin û tê de xwedî biryar bin. Her wiha divê saziyên jinan hebûna xwe ferz bikin û planên stratejîk ên ji bo pêşxistina jinan bikin meriyetê. Divê kar di nava saziyên jinan de bên dabeşkirin û piştevanî û alîkarî ji jinan bê dayîn. Pêdivî heye ku jinên Filistînî di warê rol û mafên xwe de bên hişyarkirin."
'Jinên Filistînî bi sekna xwe li cîhanê deng vedan'
Di dawiya gotinên xwe de Raniye El-Sultan diyar kir ku sekna jinên Filistînî bûye sembola berxwedanê ji jinên cîhanê re û got: "Jinên Filistînî bi sekn û berxwedana xwe li cîhanê deng vedan. Di nava şer û pevçûnan de wê berpirsyariyê girtin ser milên xwe û hemû kêşeyan derbas kirin. Divê girîngî bidin jinên li Zîvala Xezayê û pêdiviyên wan pêk bînin."