Parlamenterên Îranê di bin navê parastina jinan de zagona ‘îffet û hicabê’ careke din anîn rojevê

Di çarçoveya paketa zagonê ya bi sernavê “Pêşîgirtina Şîdeta li Dijî Jinan” de hinek parlementerên jin ên Îranê careke din “zagona îfret û hicabê” anîn rojevê. Ev rewş nîşan dide ku hewl didin astengiyên berê bi awayekî din ferz bikin.

Navenda Nûçeyan Li hinek herêmên Îranê bi taybet jî li Rojhilatê Kurdistanê li dijî jinan bûyerên şîdetê û zagonên ku mafen jinan ên bingehîn binpê dikin bi awayekî ku balê dikşînin zêde dibin. Li dijî vê rewşê hikumet polîtîkayên bi bandor bi pêş naxe û ev yek dibe sedema rexneyan.

Li gorî çavdêran, ev gav berê bi biryara Konseya Bilind a Ewlekariyê hatibû rawestandin lê niha hewl didin van bendên ku asteng dikin ji nû ve bixin meriyetê. Di çapemeniya Îranê de 13’ê Cotmehê roja duşemê nûçeyek hat weşandin û hat diyarkirin ku hinek parlamenteran xwestine di bin navê “pêşîgirtina şîdeta li dijî jinan” de bendên di pêşnûmezagona “Zagona Îffet û Hicabê”  di nava pêşnûmezagona nû de bi cih bikin.

Hewl didin careke din bendê berê li zagona nû bi cih bikin

Li gorî nûçeyan, parlamenterên radîkal, piştî ku hêviya wan ji pêkanîna “Zagona Îffet û Hicabê” nema, hewl didin ramanên xwe di zagona nû ya ku bi armanca parastina jinan,  tê amadekirin de bi cih bikin. Di metna çarçoveyê de gotinên weke; “ji bo mêran destpêkê jiyana bi rûmet” bendên li ser awayê lixwekirina cilan ji bo jinan cih digrin. Ev rewş nîşan dide ku hewl tê dayîn astengiyên berê bi awayekî cuda careke din werin ferzkirin.

Hikumeta serokomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan pêşnûme zagona ku behsa wê tê kirin, di meha Gulanê de ji parlamentoyê paşve kişandibû. Alîkara Serokomar a Berpirsa Karên Jin û Malbatê Zehra Behruz Azar, bi daxuyaniyek, diyar kiribû ku pêşnûmezagon ji ber ku ji aliyê komîsyonek ku darazî nîn e ve hatiye destgirtin, naveroka wê ji kokê ve guheriye û sernavê wê yê resen bi temamî guheriye.

Anîna rojevê ya vê pêşnûmezagonê, li welat biryareke nû ya zextê li ser jinan zêde dike û pir manîdar e ku di demek bûyerên şîdetê zêde dibin de ev yek tê kirin.