Komîsyon vê hefteyê dê guhdarî jin û ciwanan bike

Komîsyona li Meclîsê hatiye avakirin dê vê hefteyê li rêxistinên ciwan û jinan guhdarî bike. TJA û Însiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye jî dê bên guhdarîkirin.

Navenda Nûçeyan – Komîsyona Piştevaniya Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ku di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de li Meclîsê hatiye avakirin, dê di roja çarşemê de bicive. 

Komîsyon dê vê hefteyê li rêxistinên jin û ciwanan guhdarî bike. Tevgera Jinên Azad (TJA) û Însiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye jî dê bên guhdarîkirin. Her wiha dê li endamên Komeleya Foruma Rêxistinên Ciwanan (GOFOR) jî were guhdarîkirin.