‘Paradîgmaya Abdullah Ocalan ji bo azadiya Tirkiyeyê hêvî ye’
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari xwest ku îktîdar plana xwe ya ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd eşkere bike û got: “Paradîgmaya Abdullah Ocalan ji bo azadî û wekheviya Tirkiyeyê avakirina zemîna hêviyê ye.”
![](https://jinhaagency1.com/uploads/ku/articles/2025/02/20250211-20250211-823x463cc-ank-11-02-25-tulay-hatimogullari1-jpgcc388f-image-jpg43cf34-image.jpg)
Enqere – Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari têkildarî geşedanên di rojevê de li Meclisê di civîna koma partiya xwe de axivî. Beriya axaftina Tulay Hatîmogûllari, bi boneya salvegera erdhejên 6’ê Sibatê yên navenda Mereşê sînevîzyonek hate pêşandan. Piştre jî Tulay Hatîmogûllari axivî û got ku di erdhejê bi tenê hatine hiştin û heta ku pirsgirêkên mexdûrên erdhejê tên çareserkirin dê têkoşîna wan bidome.
‘Heta ku di hişê her kesî de cih digire em ê bibêjin jin, jiyan, azadî’
Bi domdarî Tulay Hatîmogûllari bi boneya salvegera qetilkirina Ozgecan Arslan ew bi bîr anî û got ku pergala darazê ya mêr zilaman diparêze lewma jin bêhtir tên qetilkirin. Tulay Hatîmogûllari, got: “Em jin naxwazin bên qetilkirin. Em ji bo mafê xwe yê jiyanê têdikoşin û dê tu caran bêdeng nemînin û serî netewînin. Heta ku di hişê her kesî de cih digire em ê bibêjin jin, jiyan, azadî û meşa xwe bidomînin.”
Sûriyeya demokratîk
Di berdewamê de Tulay Hatîmogûllari bal kişand ser geşedanên li Rojhilata Navîn û Sûriyeyê û ev tişt anî ziman: “Ji Sûriyeyê heta Filistînê li Rojhilata Navîn her der wêran bûye. Zext û tundiyeke mezin li ser gel û nasnameyan heye. Em dibin şahidê rêveberiyên gelan tune dihesibînin. Herî dawî li Sûriyeyê mînaka vê derket holê. Nabe ku li Sûriyeyê rêveberiyeke bêyî Kurdan, Elewiyan, Durziyan û gel û baweriyên din bê avakirin. Divê qedera gelên Sûriyeyê ne li pişt deriyên girtî lê divê bi eşkereyî û bi adilane û wekhev bê diyarkirin. Tevî vê jî mixabin hin kesên xeyalên fetihkirinê dijîn hene. Hewl didin berê gelan bidin hev û bi hev bidin qirkirin. Wiha nekin. Heyfa herêmê ye. Rizgariya gelên Sûriyeyê bi serdestiya neteweyekê nabe. Rizgariya Sûriyeyê bi modêla Sûriyeya demokratîk pêkan e. Banga min ji bo kesên ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re dibêjin ‘Em ê tune bikin, em ê lê bixin e’; gelo ma hûn li ser komputerê lîstika şer dilîzin ku dibêjin em ê lê bixin, bişikînin, bikujin. Bi kuştina sivîlan kesek nikare tu encaman bi dest bixe. Êrişên ser sivîlên li Bendava Tişrînê didomin. Bendava Tişrînê pireke di navbera gelan de ye û Tirkiye bi destê çeteyan dixwaze vê pirê biteqîne. Bila her kes were ser hişê xwe.
Destên xwe yên mêtingeriyê li ser Filistîn û Rojava bikişînin
Li Rojhilata Navîn navên serdestan diguherin lê dijminatiya li gelan qet naguhere. Em daxwaza Rojhilateke Navîn a gel di nava aştî, aramî, edalet û wekheviyê de dijî dikin. Bi şer, talan û dagirkeriyê aramî nayê vê xakê. Destên xwe yên mêtingeriyê li ser Filistîn û Rojava bikişînin.
Lihevkirina bajar weke sûc hatiye nîşandan
Di demeke ku em daxwaza aştiyê dikin û ji bo wê têdikoşin de îktîdara li Tirkiyeyê çi dike? Îro li Stenbolê li dijî 9 şaredariyan operasyon kir. Ev jî derbeyeke siyasî ye. Lihevkirina Bajar, daxwaza pêkvejiyanê ya ziman û baweriyên cuda ye. Mafê herî demokratîk ê cîhanê ye û lihevkirina bajar e. Serdozerê komarê weke sedem nîşan daye. Gelo lihevkirin çawa dibe sûc? Deraqiliyeke wiha li cîhanê tune ye.
Weke DEM Partiyê ji Stenbolê heta Edîrne, Îzmîr û Çukurovayê em xwe li her derê birêxistin dikin. Em ê ji Colemêrgê heta Edîrneyê li her derê lihevkirina bajar bi gel û baweriyan re birêxistin bikin. Dê hêza tu kesî têr neke ku pêşiya vê bigire. Îro serê sibehê 3 sal û 9 meh cezayê hefsê dan Hevşaredarê me yê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan. Ev biryar, nenaskirina îradeya xelkê Wanê ye ku 14-0 qezenc kiribûn. Li Wanê me serkeftineke dîrokî bi dest xistiye. Ev cezayê hatiye dayin li gelê Wanê hatiye birîn. Xespkirina îradeya gel e. Em qebûl nakin û dibêjin ku dev ji vê deraqiliya xwe berdin. Em ji îktîdarê re dibêjin; ey îktîdar tu ji bo bidawîkirina guftûgoyê van gavan diavêjî? Em ne îradeya xwe teslîmî we dikin ne jî dev ji têkoşîna aştiyê ber didin.
Divê pirsgirêka Kurd bi rêyên aştiyane û demokrasiyê bê çareserkirin
Li pêşiya me 15’ê Sibat heye. Ne tenê ji bo gelê Kurd lê ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn rojeke diyarker e. Di 15’ê Sibata 1999’an de li dijî birêz Abdullah Ocalan komployeke derhiqûqî ya navneteweyî hat lidarxistin. Bi vê komployê xwstin berê Kurdan, Tirkan, Ereban, Farisan, Suniyan û Elewiyan bidin hev. Lê birêz Ocalan ev yek dît û got; ‘Xwestin min bikin gogeke ji agir û biavêjin hembêza Tirkiyeyê de lê helwesta min tam jî wiha bû. Min bi komara demokratîk û fikra welatê hevpar re hêviya pêkvejiyana gelan parast.’ Polîtîkaya emperyalîstan ku Kurd bi Tirkan û Tirk bi Kurdan didan qirkirin teşhîr kir. Ji bo pirsgirêk bi rêyên demokratîk û aştiyane were çareserkirin hewl da. Niha jî ji bo di salvegera 26’emîn de komployê biavêje sergoyê têdikoşe. Birêz Ocalan xwe ji bo bangekî dîrokî ku dê di rojên pêş de were kirin û dikare qedera welêt biguherîne û rêya aştiyê veke amade dike. Ev bang dê serdema ku bi pevçûnan teşe girtî bi dawî bike û deriyeke nû yê aştiyê û demokrasiyê veke.
Beriya vê banga birêz Ocalan, weke DEM Partiyê me li çar aliyên Tirkiye û Kurdistanê bi gel re civîn li dar xistin. Me li Stenbol, Amed û Mêrsînê mitîng lidar xist û li 42 navendan jî em bi gel re civiyan. Em ê bi Elewiyan re, bi rewşenbîr, nivîskar, rojnameger, tevgerên jinan, aktîvîstên mafên mirovan û xwezaparêzan re hevdîtinan bikin. Em hewl didin aştiyê civakî bikin û ji bo vê dixebitin. Tevî wêneyê reştarî yê îktîdar xêz dike jî em bihêvî ne. Di piraniya hevdîtinên bi gel û partiyên muxalefetê re daxwaza aştiyê derket pêş û gotin ku divê pirsgirêka Kurd bi rêyên aştiyane û demokrasiyê bê çareserkirin.
‘Divê zemîn were amadekirin’
Ev yek hêviya me mezin dike. Em niha jî ji îktîdarê dipirsin; gelo ji bo vê pirsgirêka sedsal in didome derbasî zemîna hiqûq û siyasî bikin çi amadekariyên we hene? Amadekariyên we çi ne? Li Tirkiyeyeke ku pirsgirêka Kurd lê hatiye çareserkirin dê her kes jihev bawer bike. Kesek cihêkariyê nake. Li welatekî hevpar dê jiyaneke demokratîk were avakirin. Ne tenê Kurd dê 85 milyon hemwelatiyên me ji aştiyê qezenc bikin. madem ev pêvajo dê qedera her kesî biguherîne, wê demê divê li gorî wê hazirî bên kirin. Divê îktîdar erk û berpirsyartiyên xwe tavilê bicih bîne. Li tu deverên cîhanê aştî yekalî çênabin. Ji bo aştiyê divê pêvajoya guftûgoyê bi aştiyê tacîdar bibe. Ji bo vê jî divê îktîdar nexşerêya xwe eşkere bike û plana xwe parve bike. Hûn ewqas qala aştiyê dikin lê îktîdar weke ku aştiyê bike xuya nake. Ey îktîdar, plana xwe ya çareseriyê bi raya giştî re parve bike. Dewlet li bendê ye ku birêz Ocalan berpirsyartiyeke mezin li xwe bigire lê tu şert û mercan jê re naafirîne. Ji kesekê ku têkiliya wî bi derve re nîne dixwaze meseleya sedsalî çareser bike. Ma di van şertan de dikare muzakere bên kirin? Nabe. Heke çareseriyê bixwazin, heke armanc bêdengkirina çekan be, divê zemîn were amadekirin ku birêz Ocalan yekser bikare bi rêxistina xwe re hevdîtinan bike. Her aqilê ku şert û mercên birêz Ocalan amade nake ew aqil e ku naxwaze çek ji holê rabin û aştî çêbibe.
Serdanên şandeyên Îmraliyê
Şandeya me ya Îmraliyê dê di dawiya vê hefteyê de li Herêma Federe ya Kurdistanê hevdîtinên girîng bike. Dê bi yek ji lîderên pir girîng ê gelê Kurd birêz Mesûd Barzanî re hevdîtineke berfireh bike. Di hevdîtinê de dê rêyên demokratîk û aştiyane yên çareseriya pirsgirêka Kurd, îstîqrara herêmê û hwd. li nêrîn û pêşniyarên birêz Barzanî were guhdarîkirin. Her wiha dibê bi Serokê Herêma Federe ya Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî û bi Serokê YNK’ê b,rêz Bafil Talabanî û Cîgirê Serokwezîr birêz Kubat Talabanî re hevdîtinan bike. Di hevdîtinan de dê têkildarî pêşeroja hevpar a gelê Kurd hevdîtinên girîng bên kirin.
‘Ji bo azadî û wekheviya tevahiya Tirkiyeyê avakirina zemîna hêviyê ye’
Şandeya me dê piştî van hevdîtinan; nêrîn û pêşniyarên heyî bi birêz Abdullah Ocalan re parve bike. Weke DEM Partiyê em hêvîdarin ku ev yek ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û aştiya herêmê sûdewer be. Dê aqilê hevpar û zemîna diyalogê ya têkildarî pêşeroja gelê Kurd xurtir bibe. Birêz Ocalan di hevdîtinan de xwest ku nêrîna dewletê ya ku Kurdan weke gefekê dibîne ji holê were rakirin. Her wiha birêz Ocalan dibêje ku têgeha ‘terorê’ ya ji bo Kurdan tê bikaranîn yek ji mezintirîn astengiya li pêşiya demokratîkbûna Tirkiyeyê ye.
Tişta ku birêz Abdullah Ocalan weke paradîgma pênase dike, rakirina tevahiya prangayên li ser siyaseta demokratîk e. Rakirina paronaya bekayê ya Tirkiyeyê ye. Ev aqil, hewl dide dijberiya Kurdan bi dawîbike û deriyên demokrasiyê het dawiyê veke. Ev paradîgma ji bo azadî û wekheviya tevahiya Tirkiyeyê avakirina zemîna hêviyê ye.”