NY: Zêdebûna aloziyan dê pêşî li xelayê veke

Neteweyên Yekbûyî hişyarî da ku krîza birçîbûnê li çend welatên ku ji ber bêewlehiya xwarinê ya bilind dikşînin, di nav de Yemen jî ji ber aloziyên herêmî û bêaramiyên li Tengava Hurmuzê, xerabtir dibe.

Navenda Nûçeyan – Guhertinên jeopolîtîk û astengiyên zincîrên dabînkirinê bûne sedema zêdebûna zextê li ser bihayên xwarin û enerjiyê, gefê li berfirehkirina birçîbûnê li welatên herî xeternak dixwe û ji bo aboriya cîhanî dibe sedema pirsgirêkên nû.

Di nava fikarên zêde yên li ser bandora bêaramiyê li ser bazirganiya navneteweyî û dabînkirina kelûpelên bingehîn de, Neteweyên Yekbûyî roja Sêşemê hişyarî da ku krîza birçîbûnê li çend welatên ku ji ber bêewlehiya xwarinê ya zêde zoriyê dikişînin, bi taybetî jî li Yemenê, xerabtir dibe. Neteweyên Yekbûyî tekez kir ku aloziyên herêmî û zêdebûna bêaramiyê li Tengava Hurmuzê rewşa mirovî xirabtir dike.

Rêveberê Ofîsa Xizmetên Projeyan a Neteweyên Yekbûyî (UNOPS) diyar kir ku astengiyên li Tengava Hurmuzê rasterast bandorê li dabînkirina enerjiyê û bazarên gubreyan dike, ewlehiya xwarinê li welatên ku herî zêde xetera birçîbûnê li wan heye yên weke Yemen, Sûdan, Sûdana Başûr, Efganistan û Somaliyê, tehdît dike.

Rayedarê NY’ê da zanîn ku girtina qismî ya riyên deryayî, riyên hewayî û riyên sereke li Rojhilata Navîn rê li ber operasyonên mirovî û zincîrên dabînkirinê digrin, bandorê li hebûn û bihayên kelûpel û dermanên bingehîn dike. Her wiha destnîşan kir ku bandorên aloziya leşkerî ji welatên ku bi bandor bûne wêdetir diçin û bi zêdebûna bihayê petrol, sotemenî û gazê re dibin sedema bêîstîqrariya aboriya cîhanî.

Rayedarê NY’ê tekez kir ku çaryeka petrola deryayî ya cîhanê, ji bilî mîqdarên girîng ên gaza xwezayî ya şilekirî û gubreyan, ji Tengava Hurmuzê derbas dibin. Her wiha hişyarî da ku êrîşên li ser keştiyên bazirganî û trafîka deryayî gefê li radestkirina dabînkirina pêdiviyên bingehîn dixwin. Di dawiyê de got ku xetera zêdebûna bihayên xwarinê zêde dikin û bargiraniyeke zêde li ser pergalên tenduristiyê yên qels li welatên ku bi krîzên mirovî re rû bi rû ne çêdikin.