Mizgîn Xelîl: Êrîşa li ser pergala me hedefgirtina projeya Rêber Apo ye
Cîgira Encûmena Cîbicîkar a bajarê Kobanê Mizgîn Xelîl têkildarî êrîşên li ser pergala neteweya demokratîk û yekîtiya gelan axivî. Mizgîn Xelîl teqez kir ku ev êrîş di navbera hêzên hegemon û demokrat de ye.
NÛRŞAN EBDÎ
Kobanê – Li Rojavayê Kurdistanê û bi giştî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 12 salan de projeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a neteweya demokratîk a xwe dispêre yekîtiya gelan, azadiya jinan, demokrasî û edaletê hat meşandin.
Projeya ku bi salan hemû pêkhateyên herêmê ji Kurd, Ereb, Turkmen, Çerkez, Ermen, Suryan û Êzidiyan anîn gel hev, di sedsala 21’emîn de weke pergala tekane hat pênasekirin. Pergala li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku ji destpêkê ve rastî êrîşên cur be cur hat.
Cîgira Encûmena Cîbicîkar a bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê Mizgîn Xelîl, ji ajansa me re komploya ku bi pêş ket nirxand û piştperdeya êrîşên çêbûn eşkere kir.
‘Rastiya dîrokî ya Rojhilata Navîn neteweya demokratîk ferz dike’
Mizgîn Xelîl di destpêka nirxandina xwe de bal kişand ser rastiyên dîrokî yên gelên Rojhilata Navîn û wiha got: “Eger mirov koka neteweya demokratîk û pêwistiya pêkanîna wê vekole dê bigihîje gelek rastiyên dîrokî. Li Rojhilata Navîn salên dirêj e gelên heyî tevî mezheb, nijad û baweriyên cuda bi hev re jiyane û qutbûn çênebûye. Ji bo vê jî Rojhilata Navîn ji dîrokê de melovanî ji bo yekîtî û kombûna gelan re kiriye, bûye çavkaniya pêşketina şaristanî, zanist, çand û mirovahiyê.”
Mizgîn Xelîl teqez kir ku bi avabûn û pêşketina sîstem û hişmendiyên serdest re rastiya civaka Rojhilata Navîn hatiye berovajîkirin û wiha domand: “Mozayîka gelan a li Rojhilata Navîn bi guhertinên neyînî derbas bû. Bi salan e ev rastî ji aliyê pergalên hegemon û desthilatdar ve tê daqurtandin û Rojhilata Navîn ji rastiya xwe derdikeve.”
‘Me li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kokên xwe yên dîrokî zindî kir’
Mizgîn Xelîl di domandina axaftina xwe de bilêv kir ku Ocalan projeya xwe ji bo sererastkirina dîrokê pêşkêş kiriye û got: “Rêber Apo ku sosyolojiya hemû civak û gelan analîz kir û lêpirsîn kir, têgihîşt ku divê careke din dîroka van gelan were zindîkirin û ji bo wê jî pêwistiya me ya bi pergala neteweya demokratîk weke pergal pêşkêş kir. Rêber Apo di bingehê de ev pergal weke alternatîfa sîstemên desthilatdar nîşan da ku gelên heyî tevî hemû cudahiyên xwe dikarin bi hev re bijîn û jiyana hevbeş ava bikin.”
Mizgîn Xelîl bi gotina; “Me 14 salên dewlemend û hevpar bi hev re jiya” bal kişand ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha got: “Pergala neteweya demokratîk hemû gelan bi nasname, ziman, çand û hebûna wan digre nava xwe. Ev proje bi riya pergala Rêveberiya Xweser 14 salan li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê domiya û hemû pêkhateyên li herêmê beşdar bûn. Her pêkhateyek bi reng, ziman û nasnameya xwe dikaribû vîna xwe derxe holê.”
‘Hêzên hegemon li dijî yên demokrat bûn yek’
Mizgîn Xelîl bi taybetî li ser mijara êrîşên ku bi pêş ketin wiha rawestiya: “Êrîşên ku li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi pêş ketin li dijî vê pergalê bûn. Divê her kes di vê têgihîştinê de be ku dijmin bi salên dirêj li dijî pergala me xebitî û ji bo rakirina xeteriya vê projeya li ser desthilatdariyên xwe gelek komplo bi pêş xistin. Pergala me ji bo hemû gelên azadîxwaz bibû model lewre jî hêzên hegemon dijminahiyeke mezin raber kirin û xwestin careke din vîna van gelan bixin bin kontrola xwe. Lewre jî êrîşeke pir mezin pêk hat û di nav de tevlîheviyên nijadî bi pêş ketin.”
‘Tecrubeya me ji bo pêşerojê mîraseke dewlemend e’
Mizgîn Xelîl bi gotinên; “Projeya me ne şaş e, berovajî alternatîfa herî rast a xwe dispêre rastiyên dîrokî yên vê herêmê. Di nav de mafê her neteweyê û bi taybetî mafê jinan tê parastin û dîroka ku hatiye berovajîkirin sererast dike” wiha domand: “Ji bo vê jî tecrubeya me ya 14 salan mîraseke dewlemende em dikarin pergala xwe pê mezintir û bihêztir bikin. Di navbera pêkhateyên Sûriyeyê de pirsgirêk tune ye, berovajî her pêkhateyek dewlemendiyeke mezin e ji bo Sûriyeyê.”
‘Dewlemendiya li Sûriyeyê bi yekîtiya gelan dikare hebûna xwe bidomîne’
Cîgira Encûmena Cîbicîkar Mizgîn Xelîl nirxandina xwe bi gotina; “Em ji bo pêşeroja Sûriyeyê di projeya neteweya demokratîk de bi îsrar in” wiha bi dawî kir: “Dewlemendiya netewî û çandî ya li Sûriyeyê derfeteke pir mezin e ku em proje û pergala xwe li ser birêxistin bikin û heta ez dikarim bibêjim sîstema herî baş a jiyana van gelan li ser bingeheke demokratîk, ekolojîk û azad e. Ji bo vê jî li dijî pirsgirêk, tevlîhevî û nakokiyên ku li Sûriyeyê bi pêş ketin em bi îsrara di projeya xwe de bersiva wan didin. Em dikarin li Sûriyeyê careke din yekîtiya xwe xurt bikin û li djiî her cure desthilatdariyan mozayîka xwe ya dewlemed biparêzin. Pergala neteweya demokratîk ji bo hemû aloziyên gihîştine asta xitimandinê çareserî ye. Ev qeyranên heyî xwe dispêrin desthilatdariyê, li dijî wê jî pêdivî bi civak, pêkhate û sîstemên demokratîk heye.”