Li Tûnisê sempozyûma destekdayîna berhemên xwarinê
Bi armanca pêşxistina nirxên berhemên xwarinê yên mîrasa Tûnisê, çalakiyên Sempozyûma Neteweyî ya der barê nirxandina berhemên xwarinê yên herêmî li paytexta Tûnisê bi beşdariya jinên berhemdar û nûnerên saziyan dest pê kir.
NEZÎHA BO SEÎDÎ
Tûnis- Çalakiyên Sempozyûma Neteweyî ya ji bo nirxandina berhemên xwarinê yên herêmî duh, roja 25’ê Adarê, li paytexta Tûnisê dest pê kir û dê sê rojan bidomin. Sempozyûmê têkildarî riyên destekdayîna berhemên cotkarên jin ku li şeş bajarên Tûnisê mîrasa xwarinê diparêzin, çarçoveyeke berfireh a nîqaşan amade çêkir.
Ev sempozyûm, di çarçoveya projeya avakirina xizmetên aborî û jîngehî ji bo cotkarên jin ên ku di hilberandina berhemên çandiniyê de çalak in ( PSSEETAT ) de hat lidarxistin. Proje armanc dike ku nirxên berhemên mîrasa xwarinê yên Tûnisê zêde bike û zincîrên hilberîna wan bi pêş bixe.
Di sempozyûmê de ji derveyî nûnerên rêxistinên pîşeyî û saziyên civakê, pispor, cotkarên jin û kooperastîfên jinên ku di qada berhemên çandiniyê de xebatan didin meşandin amade bûn. Ji bajarên Jendouba, Beja, Siliana, Kairouan, Mahdia û Qesrînê gelek kes ji bo beşdarbûnê hatin.
Beşdarên sempozyûmê têkildarî girîngiya bihêzkirin û pêşxistina kêrhatiyên jinên gundewar di hiberandina berhemên çandiniyê de nîqaş kirin. Diyar kirin ku ev ji bo parastina mîrasa xwarinê û destekdayîna pêşxistina aboriya domdar, xala derketinê ye.
Di sempozyûmê de hat diyarkirin ku ji bo domandina van berhaman di aliyê pêxlstina aborî de hêzek girînge û sûda rola civakên li gundewaran, di zêdekirina kapasîteyan guherîna avhewayê û parastina cûrbûnên biyolojîk digre dest.
Bi riya rûniştinên panelan, xebatên atolyeyan û parvekirina ceribandinan, sempozyûm li ser gelek mijarên sereke, di nav de gihîştina bazarê, modelên nûjen ji bo bazarkirina berhemên herêmî û nirxandina zanîna kevneşopî, nirxandin hate kirin. Di vê çarçoveyê de, dîrektora projeyê Îlham Masoudî wiha got: “Ev sempozyûma neteweyî piştî lêkolînek ku me li ser riya nirxandina berhemên çandiniyê li gel pênc saziyên pîşeyî yên Tûnisê û du saziyên Cezayîr û Mexribê ku berhemên eslî nirxandine, pêk anî, hat lidarxistin. Bi saya vê xebatê, me zoriyên ku rastî hatine, aliyên bi hêz û qadên werin pêşxistin tesbît kir.”
Çîroka serkeftinê

Jinên cotkarên ku ji projeyê sûd digrin, di çarçoveya parastina mîrasa xwarinê de, nirxandina berhemên çandiniyê û di qada pêk were de gelek ceribandinên serkeftî didin meşandin. Seroka Kooperatîfa Xizmetên Çandiniyê ya ‘Et-Tahaddî’ y ali herêma Menzek Mehirî ya baajrê Kaîrouan Necva el-Fedav wiha got: “Kooperatîf di sala 2013’an de hat damezrandin. 164 jinên cotkar ku navçeya Nasrallah û Menzel Mehrî xebat didin meşandin, endamên kooperatîfê ne. Armanca me zêdekirina nirxê berhemên herêmê û dabînkirina çavkaniya debarê yr ji bo jinan. Me navê kooperatîfê kir ‘Et-Tahaddî’. Tê wateya meydanxwendina li dijî xizanî û dûrxistinê. Bi vî navî, me xwest em îradeya xwe ya li dijî zoriyên ku jinên li gundewaran dijîn îfade bikin. Destpêkê bi nirxandina bîberên herêmê ku di aliyê kalîte û hilberînê de derdikeve pêş, me hilberîna harîssa kir û piştre jî me xebatên dexl û dan dan destpêkirin û heta amadekirina xwarinên zivistnê û hişkkirina firingiyan me berfireh kir. Niha em cotkarên jin li ser rêbazên amadekirin û xwêkirina sebzeyan perwerde dikin.”
Wê tekez kir ku di nava hedefên kooperatîf de zêdekirina curbecurkirina berheman, pêkanîna serxwebûna aboriya jinan û mijara hişyariya der barê berpirsyariya mafê wan de hene. Da zanîn ku hê gelek jin li deverên gundewarî, di şert û mercên dijwar de ji bo veberhêner û cotkaran dixebitin, rastî saetên karkirin û kedxwariya mûçeyan tên her wiha bi vî derfetên gihana bi ewle û garantiya civakê dixebitin û ev jî dem dem dibe sedemê qezayan.
Necva el-Fedawî destnîşan kir ku cotkarên jin ji bakur heta başûrê welat hema hema heman êşê dikşînin û jinên gundewarî yên li herêmên cuda heman rewşê parve dikin û got: “Em ji projeyên ku hêz jinan bi pêş dixin û jinan der barê guherîna avhewayê û wekheviya zayenda civakê hişyar dikin gelek kêfxweş in. Mafên jinan e ku hîs bikin ku wan xwe bi pêş xistiye û ji tengasiya zextên ku ew di bin de dijîn xilas bûne û bûne gihane asta biryardanê.”
Necva el-Fedawî di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Gelek jin êdî ji karkeriya çandiniyê derketine û bûne xwedî berhemên xwe. Beşdarî pêşangeh û mihrîcanan dibin, cerivandin û agahiyan parve dikin, rêbazên guncaw ên paketkirinên bi kartînin. ji reklamkirina li bazara neteweyî derbasî bazarên cîhanî dibin, bi berhemên xwe di bazarên navxweyî û derveyî de digerin. Ji ber vê yekê ye ku kooperatîf hewlek mezin dide ku cotkarên jin teşwîqî beşdarkirina perwerdeyên, hişmendî û hesasiyeta ku ew di gelek waran de pêşkêş dike sûd bigirin, ji ber ku ev proje dostê jîngehê û saxlem e û dikeve nav aboriya civakî û hevgirtinê."
Nirxandina çavkaniyên genetîk

Jinên cotkar di parastina çavkaniyên genetîk ên gelek berheman de roleke girîng dilîzin. Ji ber vê yekê, lêkolînera Banqeya Genê ya Neteweyî Huda Shanawî Korda, ji bo parastin û nirxandina çavkaniyên genetîkî yên herêmî dixebite û got: “Banqeya genê ji bo zêdekirina van çavkaniyan çend rêbazan bikar tîne û her wiha wan tevlî hilberînê.”
Wê destnîşan kir ku Banqeya Genê ya Neteweyî, di çarçoveya vê projeyê de, ji bo perwerdekirina cotkarên jin û jinên gundan di gelek waran de dixebite û got: “Bi taybetî di warê genim û nebatên derman û aromatîk de ku di nav berhemên herî populer de di nava cotkarên jin de ne. Her wiha armanc dike ku alîkariya wan bike ku van çavkaniyan biparêzin da ku piştgiriyê bidin çandiniya malbatî û cotkarên biçûk û her weha piştgirî bidin cotkarên jin li seranserê komarê ji bakur heta başûr.”
