NY’ê bang li Îraqê kir: Kujerên Yenar Mihemed ceza bikin

Bi nêzbûna 8’ ê Adarê re, berdevkê Neteweyên Yekbûyî duh tiştê ku wî wek "kuştina hovane" ya çalakvan Yenar Mihemed li Bexdayê bi nav kir, şermezar kir û banga ‘hesab ji kujeran bipirsin’ kir.

Navenda Nûçeyan – Kuştina çalakvan Yenar Mihemed, şok û şermezarkirinek berfireh bi xwe re anî. Kuştina wê balê kişand ser xetereyên ku parêzvanên mafên mirovan ên jin li Îraq û herêmê pê re rû bi rû ne û asta dijwariyên ku hê jî li pêşiya têkoşîna wan a ji bo parastina jinan radiwestin, eşkere kir.
Berdevka NY’ê piştrast kir ku Yenar Mihemed stûneke sereke ya karê tîma Mafên Mirovan a NY li Îraqê bû. Rêxistinê bi salan bi wê û weqfa wê re hevkariyê kiribû û ew di hewildanên parastina jinan û pêşvebirina mafên wan de di hawîrdorek pir aloz û dijwar de şirîkek pêbawer bû.

Lêpirsînek tavilê bikin

Rayedarê NY’ê bang li rayedarên Îraqî kir ku lêpirsînek tavilê û zelal bikin da ku hesab ji sûcdaran bê pirsîn û dawî li diyardeya bêcezatiyê ku jiyana çalakvanan tehdît dike, bînin.

Li dijî tundiya li hemberjinan têdikoşiya

Yenar Mihemed wek yek ji dengên femînîst ên herî berbiçav li Îraqê dihat nasîn. Ji ber ku wê jiyana xwe ji bo parastina jinên ku rastî tundiya navmalî û civakî hatibûn, terxan kir. Ji bo parastina jinên di xetereyê de însiyatîf û malên bi ewle ava kir û ew bi çalakvaniya xwe ya berdewam û wêrekiya xwe ya li hember gefan dihat nasîn, ku ev yek wê li herêmê kir sembola têkoşîna femînîst.
Kuştina Yenar Mihemed tenê ne bûyerek e, ew di çarçoveyek berfirehtir a armancgirtina çalakvanên li Îraqê de tê, taybetî ji xwepêşandanên 2019’an vir ve, ku kuştin û gef bêyî tu berpirsyariyek zelal dubare bûne.