Nexweşxane hate hedefgirtin, zarokek hate qetilkirin

Çeteyên cîhadîst ên girêdayî hikûmeta demkî ya Sûriyeyê û dewleta Tirk êrîşî nexweşxaneya Xalid Fecir kir. Li Dêr Hafirê di encama hedefgirtina malekê de yek jê zarok 2 kes hatin qetilkirin.

Navenda Nûçeyan – Li Helebê, êrîşên çeteyên girêdayî hikûmeta demkî ya Sûriyeyê didome, li herêmê sûcê mirovahiyê didome.

Nexweşxanaye Xalid Fecir a li taxa Şêmeqsûd a Helebê, dibin êrîşên dijwar ên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê dene.

Erkdarên nexweşxaneyê, diyar kirin ku duh ji saetên nîvro ve êrîş dijwar bûne û navenda tenduristiyê raste rast bûye hedefa êrîşan. Hate zanîn ku 5 caran bi topan hatiye hedefgirtin, di encama vê êrîş de qutbûna kehrebeyê û mazotê tê jiyîn.

Rayedaran destnîşan kir ku, jiyana zêdeyî 70 birîndarên li nexweşxaneyê tedawî dibînin di nav de zarok, jin û extiyar hene di xetereyê de ne.

Zarokek hate qetilkirin

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), têkildarî êrîşan daxuyanî da û wiha hate gotin: “Komên hikûmeta Şamê, mala aîdî gel ya li gel nexweşxaneya Fedawî ya li Dêr Hafirê kir hedef. Di êrîşê de hejmarek zêde sivîl birîndar bûn.”

Li aliyê din di heman kêliyê de navenda Dêr Hafir ji aliyê çeteyên girêdayî hikûmeta demkî ve bû hedaf êrîşên dijwar. Di êrîşê de zaroka bi navê Fatîme el Ehmet a 10 salî û welatiyê bi navê Ebduletîf El Şêx El Hisên hatin qetilkirin. Xelîde Hîlal a 16 salî birîndar bû.