Netewên Yekbûyî: Xelekê Kobanê û Minbicê ji ber şer bê av mane
Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) diyarkir ku ji ber şer 403 hezar kes li Kobanê û Minbicê bê av mane.
Navenda Nûçeyan- Êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur Rojhilatê Suriyê, taybet jî ser Bendava Tişrînê bê navber berdewam dikin. Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Stephane Dujarric di daxuyaniyek çapemeniyê de behsa êrişên dewleta Tirk kir.
Berdevkê Sekreterê Giştî yê NY Stephane Dujarric destpêkê balkişan ser êrişên çeteyên dewleta Tirk ên ser Bendava Tişrînê û da zanîn ku bendav kar nake û xelkê hêrêmê ji ber kêmbûna avê dinalin û wiha got: “Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li ser asta mirovî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî (WHO) û hevbeşên xwe kampanyayeke serkeftî ya vaksînkina kolerayê li Kampa Holê ji bo ji kesên yek salî û bi jor de pêk anîn. Hevalên me yên di warê mirovî de kar dikin dibêjin heta niha rewşa ewlehiyê li çend herêmên Sûriyeyê ne arame. Şer û pevçûnên li parêzgeha Helebê bandorê li herêm û derdora Bendava Tişrînê dikin ku ev 35 rojin kar nake. Her wiha zêdeyî 403 hezar kes li bajarên Minbic û Kobanê ji ber kêmbûna avê zehmetiyan dikşînin.”