‘Ji ber qeyrana mirovî jiyana milyonek kesan di xeterê de ye’
Di encama êrîşên Îsraîlê yên li ser Zîvala Xezayê de ji ber tunebûna sotemeniyê nêzî milyonek kes di xeterê de ne.
Navenda Nûçeyan- Berdevka parastina sivîl a Fîlîstînî da zanîn ku piştî rawestandina bîrên avê û îstasyonên selebê, qeyrana mirovî zêdetir dibe û li Xan Yûnisê jiyana milyonek û hezar kesî dike xeterê.
Berdevka parastina sivîl a Filistînî îro raghand ku balafirên hêzên Îsraîlê duh dibistanek li taxa El Derec El Şerqî ya li zûZîvala Xezayê hedef girt. Di encama êrîşê de 5 welatî jiyana xwe ji dest dan û bi dehan jî birîndar bûn. Her wiha di êrîşên cuda de jî 30 sivîlên ku di nav de jin û zarok jî hebûn, jiyana xwe jidest dan.
‘Bi dehan kesan jiyana xwe ji dest da’
Berdevka parastinê ev agahî dan: “Di encama êrîşên Îsraîlê yên li ser du avahiyên niştecihî yên sivîlan ên li herêma Cebeleya bakurê zîvalê de, 5 sivîl jiyana xwe jidest dane û 10 kes jî birîndar bûne. Di encama êrîşên li ser bajarê Xan Yûnisê de welatiyek jiyana xwe ji dest da û yek jî birîndar bû. Li bajarê bakurê bajarê Refahê, 4 sivîl di encama hedefgirtina Îsraîlê ya wesayetek de mirin. Xebatkarên tenduristiyê nekarî cenazeyên wan rakin.”
Qêrîna mirovî: Jiyana milyonek kesan dike xeteriyê
Rayedarek Fîlîstînî jî duh ragihand ku rawestandina bîrên avê û û îstasyonên selebê ji ber tunebûna sotemeniyê hawarê dadixin û ev agahî dan: “Rawestandina bîrên avê jî jiyana milyonek koçberên li Xan Yûnisê dixe xeteriyê. Xizmetên mirovî di demeke ku dinya gelek qers bû de, sekinî. Ger ku rewş wiha berdewam bike, ewê felaketek mirovî bi xwe re bîne. Divê cihên peywendîdar bi lez dest bavêjin rewşa li Xezayê û jiyana bi milyonan kesên ku di nav de jin û zarokan jî hene, ji mirinê xilas bikin. Ji berdewamiya êrîşan, bi sed hezaran sivîl li herêma El Mawasî ya rojavayê Xan Yûnisê di nava kamp, dibistan û malên wêrankirî de dijîn.”
Li gorî agahiyên Ofîsa Koordînasyona Karên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (OCHA) jî, zêdetirî 1.6 milyon kes ji ber şer di stargehên demkî de dijîn. Nêzî milyonek kes di herêmên ku bi lehiyê re rû bi rû ne de dimînin.