Binpêkirinên Hûsiyan: Herî kêm 400 welatî dîl girtine û 11 mal dizî ne

Çalakvana Mafê Mirovan Nûra El Cerwî kiryarên Hûsiyan ên li ser gelê sivîl şermezar kir û got: “Li gor şahidên ji hin gundan, Hûsiyan pêngava girtin û binçavkirina bi dehan sivîlan dane destpêkirin, her wiha malên welatiyan diteqînin.”

Yemen- Sûc û êşkenceyên Hûsiyan li ser gelê Yemenê, êşên wan zêdetir dikin. Bi zêdebûna kiryaran re, pêwîstî bi mudexeleya dewletên nanvneteweyî heye ku van kiryaran bisekinîn û hesab ji kujeran bixwazin.

Ji sala 2023’yan ve ye li Yemenê şerê navxweyî berdewam dike. Di şer de heta niha bi sedan jin hatine revandin, destdirêjî li wan hatiye kirin, li ber çavên wan xaniyên wan hatine şewitandin û gelek ji wan hê jî wenda ne. Bi taybetî jî rêxistina Hûsiyan her roj bi kiryarek xwe yê qirêj tê rojevê. Çalakvanên mafên mirovan bang li hêzên navnetewî dikin da ku van kiryarên qirêj bidin sekinandin, lê qada navnetewî bêdengiya xwe didomîne.

‘Kiryar ji êş û azarên gel dijwartir dike’

Yek ji çalakvanên bang li qada navnetewî dikin jî, Çalakavana Hiqûqî û Seroka Yekîtiya Jinên Yemenê Nûra El Cerwî ye. Nûra kiryarên Hûsiyan ku li ser sivîlan pêk tên şermemzar kir û wiha got: “Êrîşên ku Hûsî li ser sivîlan pêk tînin, bi taybetî li ser jin û zarokan, bi tundî şermezar dikim. Em nikarin van êrîşan qebûl bikin. Ev kiryar li herêmên Qîfa û Reda ya parêzgeha El Beyda zêdetir dibin. Ji bo ku êş, azar û dengê mazlûmiyeta gelê Yemenê ji civaka navnetewî re bê ragihandin, divê em hewl bidin. Ev doz, erkekî niştimanî ye.”

Banga tevlîbûna çalakiya protestoyî

Nûra El Cerwî bang li welatiyên Yemenê yên li dewletên netewî dimînin kir ku li dijî van sûc û kiryaran helwesta xwe nîşan bidin û wiha got: “Banga me ji hemû welatiyên Yemenî yên li dewletên netewî re ye ku tevî çalakiya protestokirina van kiryar û sûcan bibin. Ev çalakî wê îro li li pêşiya avahiya Netewên Yekbûyî li New Yorkê bê lidarxistin. Armanc ji vê çalakiyê, avakirina zextek li ser civaka navnetewî ye da ku van kiryaran demildest rawestînin.”

Zêdetirî 400 kes dîl girtine û wêran û diziyê dikin

Nûra El Cerwî da zanîn ku li gor çavkaniyên ji parêzgeha El Beydayê, Hûsiyan bi rêya pêngava ku destpê kirine, welatiyan binçav dikin û wiha got: “Li gor hin çavkaniyan li parêzgeha El Beydayê, Hûsiyan dest bi pêngava binçavkirina gel kirine û wan direvînin. Ev pêngav, li gundê Henkê El Mesûd pêk hatiye. Her wiha Hûsiyan zêdetirî 400 welatiyên ku di nav de jin û zarok jî hene, dîl girtine. 360 kes ji wan rakirine zîndana rêveberiya ewlehiyê ya bajarê Redae ya li herêma El Kembê. Di heman demê de 60 kes jî birine zîndana navendî ya bajarê Redae. Li kêlek wê, Hûsiyan sê malên sivîlan teqandine. Di heman rojê de jî 5 malên din şewitandin, şeş malên din jî tijî bombe kirine. Zêdetirî 11 mal li gund hatine wêrankirin û dizî li van malan pêk hatine.”