Nêrgîz Muhemedî ji bo tedawiyê ji bo sê hefteyan ji Girtîgehê
Nêrgîz Muhemedî ji bo dîtina tedawiya xwe wê ji bo sê hefteyan ji Girtîgeha Evîn ya Tehranê derkeve.
Navenda Nûçeyan- Parêzerê girtiya siyasî Nêrgiz Muhamedî, Mistefa Nîlî diyar kir ku li ser daxwaza doktorê dadweriyê û dozgerê giştî yê Tehranê, wê Nêrgiz Mihamedî sê hefteyan li derveyî Girtîgeha Evîn ya Tehranê tedawiya xwe bibîne.
Parêzer da zanîn ku girtiya siyasî ya wergira Xelata Nobelê ya Aştiyê ya sala 2023’yan Nergîz Muhamedî, ji ber xirabiya rewşa xwe ya tenduristiyê wê ji girtihê derkeve û tedawiya xwe bibîne.