Li Namibya Nandi-Ndaitwah serokkomara yekem ya jin hate hilbijartin

Li Namibya, namzeta Organîzasyona Mafê Başûr û Rojhilatê Efrîqa Nandi- Ndaitwah ji sedî 57,6’ê dengan girt weke yekem serokkomara jin a welat hate hilbijartin.

Navenda Nûçeyan- Li Namibya li gor encamên en fermî yên hilbijartina giştî di 27’ê Mijdarê de hat li darxistin, namzeta Organîzasyona Mafê Başûr û Rojhilatê Efrîqa (SWAPO) ku ev 34 sal e li ser desthilatê ye, Nandî- Ndaitwah weke yekemîn serokkomara jin a welat hate hilbijartin. Li gor daneyên Komîsyona Hilbijartina Namibya (NEC), namzeta SWAPO Nandî- Ndaitwah, ji sedî 57,6 deng girt. SWAPO ku pêşengtiya îlana serxwebûna Namibya dike, ji sala 1990’an heta niha di desthilatê de ye.

Nandi-Ndaitwah ku alîkarê serokkomar bû, bi vî awayî bû yekem serokkomara jin a Namibya.

Rakîbê herî nêz yên  Nandi-Ndaitwah, namzeta partiya (IPC) ya ji bo guherînê dilxwazên serbixwe Pandulenî Itula ji sedî 26’ê dengan girt, namzeta partiya Muxalefeta navend ya tevgera Demokrat a popîler (PDM) McHenry Venaanî jî ji rêjeya ji sedî 5 bejdar bû. 

Nandi – Ndaitwah kiye?

Yekem serokkomara jin a Namibya Nandi-Ndaitwah, di sala 1952’an de li bajarê Ovamboland ya başûr û rojavayê Efrîqa ya dibin rêveberiya manda başûrê Efrîqa ji malbetek 13 zarokan hatiye dinê. Ji salên ciwantiyê ve di tevgera serbixwe ya li dijî nijadperestiyê de aktîv cih girt. Nandi-Ndaitwah ji sala 1975’an ve di çeperên SEAPO de têkoşîn kir.

Di sala 1990’an de dema Namibya serxwebûn bi dest xist, Nandi-Ndaitwah weke parlementer hate hilbijartin, di siyaseta Namibya de yek ji jinên figurên li pêş bû. Nandi-Ndaitwah di kabîneya Namibya di salên 2000-2005’an de di Wezareta Refaha Zarok û Karê Jinan, di navbera salên 2005-2010’an de di wezareta Enformasyon, di navbera salên 2012-2014’an de di wezareta Turîzm û Hawirdor û di salên 2014-2024’an de weke Wezîra Hevkariyê û Têkiliyên Navnetewî  erk girt.

Nandi-Ndaitwah, piştî wefata serokkomar Hage Geingob di sibata 2024’an de, wek alîkarê serokkomarê rêveberiya Nabgola Mbunba ku hatî ser erk tayîn bû. Di hilbijartinên 27’ê mijdarê de weke namzeta serokkomariyê a SWAPO ketibû pêşbaziyê.