50 otobusên koçberên Şehbayê hatin astengkirin

Nêzî 50 otobusên ku ji bo veguhestina koçberên din ên li Şehba û Şêrawayê mane ketibûn rê, ji aliyê komên çete yên girêdayî dewleta Tirk ve hatin astengkirin.

Navenda Nûçeyan – Piştî êrişên dewleta Tirk û komên çete yên girêdayî wê ku li ser Til Rifat û Şehbayê pêk hatin, Meclisa Gel a Efrîn û Şehbayê bi armanca pêşîgirtina komkujiyan biryara veguhestina gel a ji bo herêmên bi ewle girt. Li ser biryarê di 2’yê Kanûnê  de dest bi veguhestina gel a ji bo herêmên Rêveberiya Xweser hat kirin.

Heta niha bi deh hezaran welatî veguhestine Tebqa û Reqayê. Lê hîn jî gelek welatî li Şehbayê mane.

Ji bo veguhestina kesên mane jî, 50 otobus duh êvarê ber bi Şehba û Şêrawa ve ketin rê. Pêwîst bû ku îro otobus gelê li herêmê bi aniya. Lê di ketina bajarê Ehdasê de ji aliyê çeteyan ve hatin astengkirin.

Hewldanên ji bo derbaskirina otobusan berdewa