Nêrgiz Mihemedî û 7 çalakvan hatin binçavkirin
Xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê Nêrgiz Mihemedî, çalakvan Sepîdeh Qoliyan û Buran Nazimî jî di nav de 8 çalakvanên beşdarî merasîma bîranîna Xosro Elî Kurdî bûbûn, ji aliyê hêzên Îranê ve hatin binçavkirin.
Navenda Nûçeyan – Xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê Nêrgiz Mihemedî, çalakvan Sepîdeh Qoliyan û Buran Nazimî îro li Meşhedê dema ku beşdarî merasîma bîranîna Xosro Elî Kurdî dibûn hatin binçavkirin.
Weqfa Nêrgiz Mihemedî binçavkirina Nêrgiz Mihemedî piştrast kir, lê derbarê cih û rewşa tenduristiya wê de ti agahî neda.
Li gorî agahiyan, ji bilî her sê çalakvanên ku behsa wan tê kirin, Esedullah Fehîmî, Hastî Amîrî, Aliyah Metabelzade û Marziyeh Adînezade, xwişka Ebû'l-Fazl Adînezade ku di serhildana "jin, jiyan, azadî" de hatibû kuştin û bavê wan Elî Adînezade jî hatine binçavkirin.
Çavkaniyên herêmî ragihandin ku berî ku hêzên ewlehiyê yên Îranê bigihîjin herêmê, hin kesên nenas hewl dan ku rê li ber axaftina Nêrgiz Mihemedî û Sepîdeh Qoliyan bigirin, lê ev hewldan bi ser neket.