Nêrgis Mihemedî li dijî binpêkirina mafên xwe dest bi greva birçîbûnê kir
Xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê Nêrgis Mihemedî, li dijî bêparhiştina hevdîtina bi malbat û parêzera xwe û destûr nedayîna hevdîtinan, beriya çend rojan dest bi greva birçîbûnê kir.
Navenda Nûçeyan- Li Îranê, girtî bi tedbîrên tund ên têkiliya wan bi malbatên wan re tên sînordarkirin re rû bi rû ne; ji bo hevdîtinên telefonê qismî an jî bi tevahî qedexe tê anîn. Ev yek dibe sedem ku girtî di aliyê derûniyê de zehmetiyan bijîn û bandorek neyînî li ser têkiliyên malbatê dike. Her wiha ev yek mîna binpêkirina qanûna mafên mirovan a navneteweyî tê hesibandin.
Xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê û aktîvîst Nêrgis Mihemedî ya ji meha kanûnê ve li girtîgehê tê ragirtin, bi armanca daxwaza bidestxistina mafê xwe yê hevdîtina telefonê dest bi greva birçîbûnê kir.
Parêzera malbatê Şîrîn Ardkanî, diyar kir ku Nargîs Mihemedî di 12’ê Kanûnê de li Meşhedê ya li rojhilatê Îranê, bi aktîvîstên din re ji ber beşdarbûna merasîma bîranînê ya parêzer Xosrew Elî Kordî hatiye girtin û çend roj in di greva birçîbûnê de ye.
Nêrgis Mihemedî, daxwaza mafê axaftinê ya bi malbata xwe re û têkilîdanîna bi parêzerê xwe ya li Îranê dike û her wiha daxwaza destûrdayîna hevditîne dike. Parêzer Ardkanî, got ku pêwendiya dawî ya telefonê ya Nergîs Mihemedî bi malbata xwe re di 14’ê Kanûnê de pêk hat û beşdariya wê ya greva birçîbûnê, ji girtiyekî ku beriya demek kurt hatiye berdan hîn bûne.