Nêrgîz Muhemedî banga parastina jinan ji gefên sîber kir
Xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê tekezî li ser pêwîstiya hevgirtin û piştgiriya kolektîf ji bo jinên ku rastî kampanyayên reşkirinê yên rêxistinkirî û gefên sîber tên, kir.
Navenda Nûçeyan – Li Îranê, jin bi gef û zehmetiyên yasayî û civakî re rûbirû ne. Di nav bangên rêxistinên mafên jinan de ji bo xurtkirin, aktîvkirina qanûn û saziyên heyî yên ku rûmet û ewlehiya jinan li gorî destûr û nirxên civakî yên welêt garantî dikin de, xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê û çalakvan Nêrgîz Muhemedî peyamek bi dîmen da. Peyam li ser hesabê xwe yê Instagramê weşandin. Daxwaza piştgirî û hevgirtinê ji bo jinên ku ji ber çalakiyên xwe yên civakî, siyasî, medyayî û mafên mirovan rastî tacîz û êrîşên organîze yên serhêl hatine kir.
Di peyama xwe de, Nêrgîz Muhemedî rave kir ku di salên dawî de ew rastî tacîz, heqaret, gefên kuştinê û şîdeta cinsî ya berfireh a serhêl hatiye; ev êrîş heta di dema girtina wê de jî berdewam kirine.
Nêrgîz diyar kir ku rêbazên tacîza serhêl a li dijî jinan kampanyayên reşkirinê yên organîze, belavkirina agahiyên kesane, heqaret, nefretkirina jinan, belavkirina agahiyên xelet û weşandina wêneyên sexte yên ji hêla AI ve hatine çêkirin vedihewîne. Nêrgîz tekez kir ku armanca van êrîşan tecrîdkirin, tirsandin û tepeserkirina jinan e.
Nêrgîz her wiha statîstîkên ku nîşan didin, zêdetirî ji sedî 70’ê rojnamevan, çalakvan û jinên di pozîsyonên rêveberiyê de rastî tacîza serhêl hatine, bi bîr xist û hişyarî da ku êrîşên bi vî rengî divê jinan bêdeng nekin an jî wan neçar nekin ku ji qada giştî vekişin.
Di dawiyê de Nêrgîz pêwîstiya piştgiriya kolektîf ji bo jinên rastî gotinên nefretê û tacîza serhêl tên kir û tekez kir ku divê tu kes bi tenê neyê hiştin.