Name ji bo NY’ê: Binpêkirinên mafan ên li Efganistanê bibînin
86 rêxistinên civaka sivîl 22 saziyên navneteweyî li dijî binpêkirinên mafan ên li Efganistanê, bang li NY’ê kirin û daxwaz kirin ku divê li dijî sûcan mekanîzmayên hesabdayînê bên avakirin.

Navenda Nûçeyan – Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî û Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan jî di nav de 86 rêxistinên civaka sivîl û 22 saziyên navneteweyî, ji ber binpêkirinên mafên mirovî yên li Efganistanê nameyek hevpar ji Konseya Mafên Mirovan a NY’ê re şandin.
Pirsgirêka bêcezahiştinê
Di nameyê de hat diyarkirin ku divê ji aliyê Konseya Mafên Mirovan ve, mekanîzmayek hesabdayîna sûcên di çarçoveya hiqûqa navneteweyî de hatine kirin bê avakirin. Rêxistinên civaka sivîl, dan zanîn ku avakirina mekanîzmaya hesabdayînê wê di çareseriya pirsgirêka bêcezatiyê ku li Efganistanê bi dehan sal in didome de bibe rêbazeke girîng.
Rêxistinên civaka sivîl, bal kişand ser binpêkirinên Talîbanê yên li dijî jin û zarokên keç jî di nav de binpêkirinên mafên mirovan, qada bêcezatiyê û kêmaniyên pergala hiqûqê û darazê. Endamên Konseya Mafên Mirovan û çavdêrên wan, bang kirin ku divê konsey li ser esasê biryara hejmara 3/57’an ya di rûniştina 60’an de girtiye, tevbigere û ji bo Efganistanê mekanîzmaya hesabdayîna navneteweyî û serbixwe ava bikin.