Komxebata Ronesansa Jinên Êzidî bi encamnameyê bidawî bû
Komxebata Ronesansa Jinên Êzidî ku bi tevlibûna zêdetirîn sed delegeyan pêk hat, bi xwendina encamnameyê bidawî bû

Şengal – Komxebata Ronesansa Jinên Êzidî ku bi dirûşma ‘Bi rêxistin û têkoşînê em ê bibin pêşengên civaka demokratîk û azad’ hatibû destpêkirin, bi encamnameyê bidawî bû.
Encamname ji hêla mamosteya zimanê Kurdî Lîza Xelef ve hat xwendin.
Encamnameya Komxebata Ronesansa Jinên Êzidî wiha ye:
“Li ser banga Rêber Apo ya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ li Rojhilata Navîn pêvajoyeke nû destpê kir. Rêber Apo bi banga xwe ya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ji bo civaka Êzidî jî wek ronesansê bi nav kir. Li ser vê esasê di komxebata ronesansê de, me di pêvajoya ronîbûn û nûvejinê de rola jin çi ye, nîqaş kir û biryardariya tevlîbûna tekoşîna pêvajoya demokratîk da.
‘Piştî fermana 74’an me li dor felsefeya Rêber Apo xwe bi rêxistin kirin’
Di dîroka Êzdayetî de jin her tim bi rola pêşengtî û parêz vaniya çandê rabûye. Lê bi pêş ketina zihniyeta zayendperest û mêr-dewletê re, jin ji civakê û ji hemû qadên jiyanê hat dûrxistin û tune hate hesibandin. Di şexsê jinê de civak bi qirkirin û fermanan re rû bi rû ma. Ev dîrok mîna xelekekê li jiyan û hêviyên pêşerojê digeriya.
Lê bi fikir û ramanên Rêber Apo pêşiya fermana 74’an hat girtin. Piştî fermana 74’an me weke jin û civaka Êzidî li dor fikir û felsefeya Rêber Apo xwe bi rêxistin û perwerde kirin. Û ev rewş jî bi jinûve za yîna jin û civaka Êzidî. Rêber Apo di banga xwe ya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ û peyama xwe ya herî dawî ku ji civaka me re şandibû, diyar kiribû ku dawiya fermanan hatiye û îşaret birêxistinkirina jinan, xurtkirina pergala xweparastinê û bi pêşengtiya jinan pêk anîna ronesansa civaka Êzidî û xwedîderketina wê, kiribû.
Ronesans di fikir de xwe pêşxistine û bi têkoşînê avêtina bingeha jiyana azade. Di komxebatê de me nîqaşên berfireh kirin û di çarçoveya erkên me yê avakirina civaka aştî û demokratîk de, ji bo pêşxistina ronesansa civaka êzidî em gihiştin van biryaran;
Li ser vê esasî;
*Ji bo pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêber Apo ku mîmarê ronesansa Êzidiyane daye destpêkirin bigihîje serkeftinê û ji bo Rêber Apo bikaribe hîn baştir rola xwe ya pêvajoyê bilîze, azadiya wî ya fîzîkî şertê bingehîne.
*Divê demildest di çarçoveya ‘Mafê Hêviyê’ de tekoşîn were bilindkirin.
*Ji bo pêk hatina ronesansa civaka Êzidî xwe li derdora ronahiya zanista Jineolojiyê de perwerdekirin, xwe gihandina cewhera dîroka jinên Êzîdî û pêkanîna veguherîna zihnî.
*Li hember her cureyên êrîş û kuştina jinan, li ser esasê xwe zane kirinê, xurtkirina parastina cewherî ya jinan.
*Ji bo li ser xaka Êzidxanê jiyana demokratîk û komînal li ser esasê wekheviya jin û mêr pêk were, bilind kirina têkoşînê.”
Komxebata Ronesansa Jinên Êzidî bi dirûşman bi dawî bû.