‘Li El Faşerê zêdetirî hezar zarok hatin kuştin û birîndarkirin’
UNICEF’ê, ragihand ku li bajarê El Faşer a Sûdanê ji destpêka dorpêça ji Nîsana 2024’an vir ve zêdetirî hezar û 100 binpêkirinên mafên zarokan ên cidî pêk hate û dema zarok li mala xwe, li bazar û li kampên penaberan bûn rastî van binpêkirinan hatine.

Navenda Nûçeyan – Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF), di daxuyaniya xwe de ragihand ku tenê li bajarê El Faşer ê li eyaleta Darfûra Bakur a Sûdanê ji destpêka dorpêça ji Nîsana 2024’an vir ve zêdetirê hezar zarok li mala xwe, li bazaran an jî kampên penaberan hatine qetilkirin an jî birîndar bûne.
UNICEF’ê diyar kir ku di mehên dawî de nîvê wan zarok nêzîkî 600 hezar kes ji bajar û kampên xwe hatien koçberkirin û 130 hezar jê zarok nêzîkî 260 hezar sivîl jî zêdetirê 16 meh in li El Faşera ji alîkariyên mirovî bêpar tê hiştin, di bin şert û mercên mirovî yên pir dijwar de asê mane.
Rêxistinê, ragihand ku herî kêm 23 zarok rastî êrîşên zayendî hatine û zarokên din jî bi darê zorê hatine revandin an jî ji aliyê komên çekdar ve hatine bikaranîn. Her wiha hate diyar kirin ku tedawiyên xurekê û û xizmetên tenduristiyê ji ber kêmbûna malzemeyan hatiye rawestandin û ev yek jî jiyana zarokan dixe nava xetereyê.
UNICEF’ê, ji bo agirbestek lezgîn û mîsogerkirina gihandina bênavber a alîkariyên mirovî bang kir û destnîşan kir ku astengiyên bivî awayî di aliyê mafên zarokan de binpêkirinek cidî ye.