NADA’yê ji bo Ayşe Gokkan daxuyanî da
NADA’yê bi daxuyaniyek ji bo Ayşe Gokkan ku îro doza wê tê dîtin got: “Em vê roja darizandina wê bikin roja hevgirtina cîhanî.”

Navenda Nûçeyan – Doza darizandina endama Tevgera Jinên Azad (TJA) û şaredara berê ya Nisêbînê Ayşe Gokkan dê îro were dîtin.
Koalîsyona Jinan a Demokratîk a Herêma Efrîkaya Bakur Rojhilata Navîn (NADA) daxuyaniyek da, banga piştgiriya bi Ayşe Gokkan re kir. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Em pêşketinên di darizandina aktivîst Ayşe Gokkan a ku jiyana xwe di riya mafên gelê Kurd û parastina mafên jinan de derbas kiriye de bi fikaren mezin dişopînin. Berê berdevka Tevgera Jinên Azad bû, dengê bilind ê jinên ku serî ji zulm û şîdetê re neditewandin bû."
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku rayedarên ji dengê bilind ê jinan ditirsin, tekoşîna wê weke “sûc” dibînin, têkoşîna meşrû ya Ayşe Gokkan a ji bo parastina rûmet û berxwedanê, bi sûcdariyên bê bingeh pênase dikin. Daxuyanî wiha domiya: "Îro piştî temyîzê dê doza wê careke din were dîtin. Em weke Tifaqa NADA’yê em vê dozê dişopînin. Gelo dê li gorî rêgezên edaletê be, yan serîtewandina li dijî zextên siyasî be? Darizandina aktivîsteke weke Ayşe Gokkan mijareke şexsî nîn e; têkildarî azadiya jinan û diyarkirina çarenûsa wan bi xwe ye. Mijareke mirovî û exlaqî ye.”
‘Dê dengê jinên azad her dem bilind be’
NADA’yê bang li civaka navneteweyî kir ku li dijî van kiryaran derkeve, binpêkirina mafên mirovan bibîne, berpirsyariya xwe bi cih bîne û wiha domand: "Girtina jineke ku sembola berxwedanê ye û darizandina wê, ji bo jinên ku daxwaza mafên xwe dikin gef e. Hewl didin bi vê yekê çavên civakan bitirsînin. Tevgerên femînîst divê bi vê jina ku di mercên herî zor de ala azadiyê bilind kiriye re di nava piştgiriyê de bin û dengê xwe derxin. Divê hêzên demokratîk û gelên aştîxwaz, vê dozê weke sembola têkoşîna azadiyê ya li dijî zulmê bibînin. Em dizanin ku nikaribûne dengê azad bibirin, îradeya jinan bişkînin. Jinên di nava çar dîwarên zindanan de xwe îsbat kirin û rondikên xwe, veguherandin rûbarên biryardariyê. Em weke Tifaqa NADA’yê, hevgirtina xwe ya bi rêhevala xwe Ayşe Gokkan re îlan dikin û diyar dikin ku ew çendî hewl bidin dengê wê bibirin jî dê dengê û dengê hemû jinên azad her dem bilind be. Azadî nikare were darizandin, edalet nayê hepskirin û berxwedana meşrû sûc nîn e. Ji ber vê yekê, em vê roja darizandina wê bikin roja hevgirtina cîhanî. Bila ji her derê cîhanê dengê jinan bilind bibe. Bila zincîrên gardiyanan nikaribin azweriya ji bo azadiyê bişkînin.”