Muna Debax sewqî girtîgehê hate kirin
Mamosteya zimanê Îngilîzî Muna Debax a li bajarê Sine ya Rojhilatê Kurdistanê dijî, piştî pejirandina cezayê xwe ya 3 sal û nîv, sewqî girtîgeha Jinan a Sineyê hate kirin.
Navenda Nûçeyan – Hemwelatiya Kurd Muna Debax a li bajarê Sine ya Rojhilatê Kurdistanê dijî û di saziyên cuda yên perwerdeya ziman de mamostetiya zimanê Îngilîzî dike, îro ji bo kişandina cezayê xwe ya 3 sal û nîv hate girtin û sewqî Girtîgeha Jinan a Sineyê hate kirin.
Li gorî çavkaniyan Muna Debax, rojên borî ji bo yekîtiya kişandina cezayê hatibû gazî kirin. Muna Debax a piştî serlêdana xwe ya saziya edlî hate binçavkirin, ji bo kişandina cezayê xwe sewqî girtîgehê hate kirin.
Li gorî nûçeyên hatin weşandin Mûna Debax, di dema şerê 40 rojî de hatibû binçavkirin. Piştî binçavkirina xwe ya 12 rojî, bi kefaleta milyonek tûmen bi awayekî demkî hatibû berdan.
Şaxa Yekem a Dadgeha Şoreşê ya Sine, bi hinceta ‘Çalakî û propagandaya dijî dewletê’ cezayê Muna Debax mehkûmê cezayê girtîgehê kiribû. Cezayê girtîgehê ya 3 sal û nîv, ji aliyê Dadgeha Îstînafê ya Parêzgeha Kurdistanê ve jî hate pejirandin. Muna Debax, ji bo kişandina cezayê xwe sewqî girtîgehê hate kirin.