MKG’ê rojnameger Nûjiyan Erhan bi bîr anî

Komeleya Rojnamgerên Jin a Mezopotamyayê (MKG), ji bo salvegera qetilkirina rojnameger Nûjiyan Erhan daxuyaniya nivîskî da û soza têkoşînê dubare kir.

Navenda Nûçeyan – Komeleya Rojnamegerên Jin Mezopotamyayê têkildarî salvegera qetilkirina rojnameger Nûjiyan Erhan daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de Nûjiyan Erhan a di 3’yê Adara 2017’an de li bajarokê Xanesor ê Şengalê dema nûçe çêdikir ji aliyê pêşmergeyên PDK’ê ve bûbû hedef û ji serê xwe birîndar bû, di 22’yê Adarê de li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dabû hat bibîranîn

Di daxuyaniya ku bi sernavê "Nûjiyan Erhan bi kameraya xwe, pênûsa xwe û bedena xwe di oxira rastiyê de têkoşiya” de wiha hat gotin: "Îro em di salvegera qetilkirina hevala xwe Nûjiyan Erhan de careke din têkoşîn, pênûs û berxwedana wê silav dikin.”

‘Şahida berxwedana gel bû’

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Bi êrîşên hovane yên DAIŞ’ê bi hezaran Êzidî hatin qetilkirin, jin li bazarên koleyan hatin firotin, bi hezaran mirov neçar man terka warê xwe bikin. Nûjiyan Erhan bi kamera, pênûs û wênekêşa xwe di nava wê hovîtiyê de bû dengê jinên Êzidî. Bû dengê jinên ku hatin revandin, li bazaran hatin firotin. Şahîdî ji gelekî ku rastî îxaneta dewletan hatibû re, kir. Di şexsê Nûjiyan Erhan de me careke din dît ku jinên li Kurdistanê rojnamegeriyê dikin, çiqas di nava xeterê de ne. Nûjiyan dizanibû ku dibe bedela riya rastiyê mirin be. Tenê bi belgekirina hovîtiya DAIŞ’ê ya li dijî jinan, bi deşîfrekirina bêdengiya dewletan bi sînor nema, berxwedana jinên Êzidî, hêviya jiyanê ya li ji nû ve li çiyayên Şengalê şîn bû qeydê dîrokê kir. Rojnamegeriya Nûjiyan ne tenê şahidî bû, berpirsyariya bûyîna dengê gel û jinan bû. Îro ya ku rê nîşanî me jinên rojnameger dide ev e. Tevî hemû tarîtiyan jî divê rastî bi îsrar were nivîsandin, vegotin û jiyîn. Tevî hemû zext, astengî û qetilkirinê jî em ê rêwîtiya di riya Nûjiyanê de bidomînin. Me Nûjiyan Erhan ji bîr nekiriye, em ê nedin jibîrkirin."