Li Tirkiyeyê tundî ji sedî 75 zêde bûye, ji sedî 95’ê kiryaran mêr in

Li gorî rapora ASLAB a 2025’an a ‘Nexşeya Tundiyê ya Tirkiyeyê’, bûyerên tundiyê gihîştiye 2 hezar û 289’an. Sûcê herî zêde, birîndarkirin e. Riha û Edene bûn bajarên ku herî zêde tundî lê heye.

Navenda Nûçeyan – Rapora ‘Nexşeya Tundiya Tirkiyeyê’ ya 2025’an ku ji aliyê Laboratuara Psîkolojiya Sûc û Edaletê ya Zanîngeha Çandê ya Stenbolê (ASLAB) ve hatî amade kirin, li welat asta rekorê ya bûyerên tundiyê radixe ber çavan. Li gorî raporê, li gorî sala 2024’an bûyerên tundiyê ji sedî 75 zêde bûne û gihîştine 2 hezar û 289’an, hate tesbîtkirin ku zêdeyî ji sedî 95’ê bûyeran ji aliyê mêran ve pêk tên.

Di raporê de hate diyarkirin ku ji sedî 61,5 cûreyên sûcên zêde bûye, bûyerên birîndarkirinê ne. Di aliyê erdnîgariyê de di tundiyan de guherînên balkêş hatin jiyîn. Hate ragihandin ku bûyerên ku berê li herêma Marmarayê zêde bûne, ber bi hinek herêmên Deryaya Spî û Kurdistanê ve jî çûne.

Di nav bajarên ku tundî lê zêde bûne de Riha û Edene derketin pêş. Li Riha bûyer nêzî 13 qatîn zêde bûne, li Edeneyê jî 5 qatîn zêde bûye. Ev zêdebûn nîşan dide ku bajarên mijara gotinê, bûne ‘xalên germ’ ên nû.

Ji sedî 95’ê kiryaran mêr in

Di raporê de hate destnîşankirin ku piraniya kiryaran mêr in. Piraniya bûyerên tundiyê ji sedî  95,5 ji aliyê mêr ve tên pêkanîn. Rêjeya kiryarên biyanî di nava salekê de ji sedî 13,2 gihîştiye ji sedî 38,8’an. Hate diyarkirin ku ev rewş zêdetir belavî qadên civakê bûye û têkiliya baweriya civakê lewaz kiriye.

Li aliyê din, hate diyarkirin ku di komkujiyan de rêjeya bikaranîna çekê gihîştiye ji sedî 62’an, zêdebûna di biçekbûna ferdî de, asta tundiya ber bi mirinê ve zêde kiriye. Li gorî deman, meha Îlonê ji sedî 10,4, wek dema herî bi metirsî derket pêş.

Pêşniyarên çareseriyê

Di raporê de cih dan pêşniyarên çareseriyê jî. Hate ragihandin ku li herêmên metirsî lê zêde bûne, divê wek qadên xizmeta civakî û ewlehiya taybet bên îlankirin, biçekbûna ferdî were sînordarkirin, kontrola tiştên tûj ên birînê zêde bibe û bi taybet ji bo kiryarên mêr navendên mudaxeleya pêşîlêgirtinê bên avakirin.