Mexmûrî 831 roj in di çalakiyê de ne
Çalakiya nobetê ya li wargeha penaberan a Mexmûrê ku ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, di roja xwe ya 831’emîn de didome.
Mexmûr – Çalakiya nobetê ya li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) ku ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, di roja xwe ya 831’emîn de didome. Duh bi merasîmekî koma 162’an, çalakiyê dewir girt.
Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo tevahî cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 161’emîn Zêrîn Apaydin daxuyaniyek xwend.
‘Em ê berxwedana xwe mezintir bikin’
Di destpêka daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: “Şerê niha heyî kaos û krîzek mezin bixwere anî. Di demek wiha de Rêber Apo bi hêz û felsefeya xwe pêvajoya aştiyê da destpêkirin. Bi vê pêngavê re gelên li Rojhilata Navîn wê bikaribin wekhev bi nasname û çanda Netewa Demokratîk re jiyan bikin. Em jî wek civaka Kurd bi raman û hizrê Rêber Apo berxwedana xwe mezintir dikin.”
Di dawiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku wê têkoşîna gelê Kurd û dostên Kurd ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi biryardariyek xurt bidome.
Merasîm bi dewirgirtina koma 162’emîn û dirûşmeyan dawî bû.