Metirsiya mayînan li sînorê Serawanê

Ji ber çandina mayînan a li ser rêyên çandiniyê û nebûna nîşaneyên hişyariyê yên li herêmên sînorî yên Serawan û Mîrjavehê, du welatiyên Belûç jiyana xwe ji dest dan. Vê rewşê jî metirsiyeke mezin li ser jiyana sivîl û koçerên herêmê çêkiriye.

Navenda Nûçeyan – Çavkaniyên herêmî û yên mafên mirovan radigihînin ku li hinek beşên herêmên sînorî yên Serawanê û li ser rêyên ku ji aliyê koçer, şivan û niştecîhên herêmê ve têne bikaranîn, mayîn hatine çandin. Li gorî van çavkaniyan, li hinek xalên van deveran nîşaneyên hişyariyê û nîşankirinên zelal tune ne.

Li gorî raporan, di salên borî de li ser hinek rêyên ber bi zeviyên çandiniyê û mêrgan ve diçin, mayîn hatine çandin. Nebûna agahî û nîşaneyên hişyariyê, metirsiya li ser sivîlên ku van rêyan bikar tînin, zêde kiriye.

Li ser rêyan tu nîşaneyên hişyariyê nîne

Hate ragihandin ku îsal welatiyekî Belûç ê 45 salî ya bi navê Gehrem Gamşadzeyî, dema ku li ser rêyeke li navçeya Esfendek a Serawanê dimeşiya, di encama teqîna mayînekê de mir. Di bûyereke din de jî, welatiyekî din ê Belûç dema ku ber bi zeviya xwe ya çandiniyê ya li herêma sînorî ya Mîrjavehê ve diçû, bi sedema teqîna mayînekê mir. Çavkaniyên herêmî, ragihandin ku li cihê bûyerê tu nîşaneyên hişyariyê tune bûn.

Çavkaniyên herêmî, Artêşa Muhafizên Îranê wekî berpirsê kiryarên danîna mayînan a li herêmên sînorî yên Serawanê digrin. Lêbelê, ev îdia bi awayekî serbixwe an jî berfireh nehatiye piştrastkirin. Li gel vê yekê, li herêmên sînor ên Sîstan û Belûçistanê mirin û birîndarbûna sivîlan a ji ber teqîna mayîn û cebilxaneyên neteqiyayî, di raporên herêmî û yên mafên mirovan de hatine tomarkirin.

Nebûna agahî û nîşaneyên hişyariyê dibe sedema mirina sivîlan

Metirsiya van mayînan, rasterast bandorê li kesên ku ji bo kar, şivantî, çandinî an jî gihîştina zeviyên xwe di van deveran de derbas dibin, dike. Nebûna agahiyên zelal a têkildarî sînorên deverên bi mayîn û kêmbûna xebatên nîşankirin û paqijkirinê, destnîşankirina rêyên ewle ya niştecîhên herêmê dijwar dike û metirsiya dubarebûna bûyerên kujerde zêde dike.