Nêrgiz Mihemedî behsa îşkence û nêzkatiyên xirab ên li Girtîgeha Evînê kir
Nêrgiz Mihemedî di hevpeyvîna CNN de, behsa îşkence, lêdan, cezayê hucreyê û nebûna lênêrîna tendirustiyê ya di dema girtina xwe ya li Îranê de kir û got ku erka wê ew e li hemberî tiştên wê û girtiyên din jiyane bêdeng nemîne.
Navenda Nûçeyan- Xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê Nêrgiz Mihemedî, hûrgiliyên îşkence, lêdan, cezayê hucreyê û nedayîna lênêrîna tendirustiyê ya têr, di dema girtina li Îranê jiyane de ji CNN re axivî. Nêrgiz Mihemedî diyar kir ku her çendî ji encamên parvekirina ezmûnên xwe haydar bû jî erk dibîne li hemberî tiştên ku wê û girtiyên din jiyane bêdeng nemîne.
Nêrgiz Mihemedî tiştên jiyane di pirtûkek de vegot
Nêrgiz Mihemedî dema li Girtîgeha Evînê girtîbû, bi alîkariya hevalên xwe û girtiyên din hinek beşek nivîsên ku nivîsandine ji girtîgehê derxist. Di hevpeyvîna ku daye CNN de diyar kir ku carek dema hewl daye nivîsa ku ji sê rûpelan pêk tê, di dema serdana hevalek xwe de derbixe, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye desteserkirin. Di bûyereke din de piştî darbeyek dijwar û şandina girtîgehek din, nêzî bîst notên defterê hatin tunekirin.
Ev nivîs mijara gotinê di pirtûkeke bîranînê ya bi navê ‘A Woman Never Stops Fighting’ (Jinek qet dev ji têkoşînê bernade) behev kir. Tê plankirin ku di Îlona 2026’an de li gelek welatên Ewropayê0 bê weşandin. Nêrgiz Mihemedî di pirtûkê de, hûrgiliyên nû li ser helwestên rayedarên girtîgehê û pêkanînên ku ew wek îşkence û muameleya xerab bi nav dike, pêşkêş dike.
Nêrgiz Mihemedî di hevpeyvîna bi CNN’ê re, diyar kir ku neweşandina pirtûkê dê gelek encaman bi xwe re bîne lê anîna ziman a tiştên ku wê û girtiyên din jiyane wek erk dibîne.
Nêrgiz Mihemedî behsa tiştên jiyane kir
Nêrgiz Mihemedî behsa cezayê demên borî yên girtîgehê yên du meh ên hucreyê, bêparmayîna ji hevdîtina bi malbatê û xwegihandina parêzeran kir. Der barê rewşa xwe de li gorî raporên berê hatine weşandin, Nêrgiz Mihemedî di dema girtina xwe ya di Kanûna 2025’an de rastî lêdanê hatiye û ji serî, kodik û lebeta zayendî birîndar bûye. Di Sibata 2026’an de, Seroka Komîteya Nobelê ya Norwêcî jî xwe spart çavkaniyên pêbawer, ragihand ku Nêrgiz Mihemedî rastî nêzîkatiyên xerab ku gefê li jiyana wê dixwin hatiye.
Bal kişand ser cezayê hucreyê
Diyar kir ku tenduristiya bedenî ya Nêrgiz Mihemedî di dema girtina wê de gelek xirab bûye. Di meha Adarê de, pirsgirêkek tenduristiyê ku guman tê kirin krîza dile derbas kiriye, bi qasî 20 kîlo winda kir û piştre ji bo demekê li nexweşxaneyê maye tedawiya wê hê jî idome.
Nêrgiz Mihemedî di vê hevpeyvînê de, balê dikşîne ser cezayê hucreyê û nebûna xizmetên tendirustiyê wekî rêbazên ji bo tepeserkirina girtiyan tên bikaranîn û da zanîn ku nebûna mudaxeleya tendirustiyê ya di wextê xwe de, dibe ku rê li mirina girtiyan veke.
Di beşek din a hevpeyvînê de, Nêrgiz Mihemed behsa zarokên xwe yên cêwî Elî û Kian ku niha 19 salîne kiriye û zehmetiyên salên ku wê ji wan cuda derbas kirine aniye ziman. Destnîşan dike ku ger vegere destpêka rêwîtiya xwe ya çalakvaniyê, tevî hemû encamên wê dizane jî ew ê dîsa heman riyê hilbijêre.
Pirtûka nû ya Nêrgiz Mihemedî ji rêze vegotinên der barê rewşa jinên girtî li Îranê pêk tê. Di pirtûka bi navê ‘White Torture’ (Îşkenceya Spî) de, serpêhatiyên 14 jinên girtî li Îranê, di nav de cezayê hucreyê û nêzikatiyên xerab ên di girtîgehê de, belge dike.