Ji pergaleke otorîter ber bi xwerêveberiyê ve: Şoreşa Jin Jiyan Azadî

GELAWÊJ EWRÎN

Şoreşa ‘Jin Jiyan Azad’ ku bi serhildanek bi pêşengiya jinan li Îran û Rojhilatê Kurdistanê dest pê kir, ne tenê bertekek li hemberî kuştina Jîna Emînî bû. Bû tevgerek ku bi lezgîn belav bû, beşên cuda yên civakê seferber kir, pirsgirêkên ku demek dirêj di bin siya zilm, tirs û bêdengiyê de veşartî bûn derxist holê. Ji ber vê, her çendî tevger gihîşt lûtkeyek ku tevahiya Îranê hejand, girîngiya vê şoreşê tenê bi îstatîstîkên li ser xwepêşandan, girtin û darvekirinan, an jî bi dem û pîvana serhildanê nayê pîvandin. Vê serhildanê wekî yek ji şoreşa herî mezin a dîroka Îranê ya hemdem cihê xwe girtiye. Di bingehê de, ‘Jin, Jiyan, Azadî’ nûnertiya daxwazeke ji bo veguherîna feraseta li ser civaka Îranê serdeste dike. Ev dirûşm diyar dike ku azadî ne tiştek e ji hêla hêzek ve tê dayîn û dikare bi dilxwazî bê girtin; berevajî vê divê azadî ji nava jiyanê bi xwe, bi têkiliyên civakî û îradeya kesan li ser jiyana xwe bê avakirin. Bi vê nêrînê, şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ne tenê dijberiya yasayek taybet, biryareke dadgehê, yan saziyeke dewletê ya bihêz e. Ew dijberiyek li dijî wê feraseta ku jiyanê kategorîze dike û hewl dide wê kontrol bike.

Ji amûra zayendî ber bi wateya jiyanê ve

Jin, di nava vê sêgoşeya têgehî de, ne tenê kategoriyek civakî ye, di heman demê de xaleke girîng a dîrokî ya hatiye dûrxistin e. Jin, di civakên otorîter de gelek caran weke bedenek ku bê kontrolkirin, kesayetek ku biryarên wê ji derve tên ferzkirin û amûrek ji bo parastina rewşa heyî tê dîtin. Bi vê pêvajoyê re dibin bingeha guhertinê. Bi vî awayî, di tevgera ‘Jin, Jiyan, Azadî’de, jin ji beşek ji civakê ber bi navenda pirsgirêkê û navenda çareseriyê ve diçin. Dema ku jinek dibêje, ‘Gotina dawî li ser beden, jiyana min û biryarên min a min e,’ ew têgeheke nû ya hebûnê li dijî pergaleke ku hewl dide jiyanê ji derve kontrol bike pêşkêş dike. Hebûn êdî bi temamî ne biyolojîk e û divê tenê bi van mercan neyê pênasekirin. Berovajî vê, hebûn û nasnameyên civakî ji bo her kesê di civakê de rewakirina jiyanê pêk tîne.

Yek ji destkeftiyên herî mezin ên şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ew e ku jin ne tenê li dijî qedexeyan rawestiyan, di heman demê de bi wêrekî ji xwe û ji her kesê pirsên ku berê kes newêribû bipirse kirin. Civakê vê pirsî: “Kî li ser jiyana min biryar dide û çima?” Ev pirs veguherî helwesteke civakî ya bihêz ku ji helwestên kesî yên ku ji hêla lîberalîzma nûjen ve li ser me hatine ferzkirin derbas bû. Ji ber ku ger bedena jinê bê kontrolkirin, ev kontrol bêguman dirêjî malbat, yasa, perwerde, cihên kar, siyaset û çandê dibe. Ji ber vê, azadiya jinan ji azadiya civakê cuda nîn e.

Jin riyeke geş û ronî ber bi rastiya azadiyê ve xêz dikin

Jiyana jinên ji qada tecrîdê ya pergala kapîtalîst rizgar bûne, riyeke geş û ronî ber bi rastiya azadiyê ve xêz dike. Di pergaleke weke Komara Îslamî de, destpêkek wiha çirûska yekem a tevgera ‘Jin, Jiyan, Azadî’ pêk tîne. Di gelek civakan de, ‘jiyan’ bi gelemperî tenê wekî berdewamiya hebûnê tê dîtin ango mayînde, xebat, jiyana di çarçoveya yasayê de û qebûlkirina rêzika damezrandî. Lê belê ‘Jin, Jiyan, Azadî’ têgeha jiyanê ji vê çarçoveyê azad kir.

Jiyan ne tenê nefesgirtin e; jiyan hêza jiyîna bi nasname, hilbijartin, rûmet û hêza xwe ye. Bêyî azadiyê, jiyan tenê dibe berdewamiya mekanîkî ya hebûnê û bêyî jiyanê, azadî dibe têgehek vala. Ev hersê têgeh ji hev cuda nîn in. Ji ber vê, ‘Jin, Jiyan, Azadi’ di bingehê de ne sê peyvên cuda ne; ew sê pîvanên heman têgeha jiyanê ne. Di vê wateyê de, şoreş vê pirsê derdixe holê:

Dema kesên nîvê civakê nikaribin biryarê li ser jiyana xwe bidin gelo civakek dikare azad bibe? Azadiya civakê bêyî jinan dikare bê pênasekirin? Ma jiyan bêyî rûmeta hebûna mirovan dikare bê parastin? Bê şik ev pirs şoreşê ji kiryareke siyasî ber bi qada felsefî ve dibin.

Di vê şoreşê de, wateya herî kûr a azadiyê ne tenê rakirina qedexeyek e. Me dît ku pirsgirêk ne tenê hîcaba reş e,  azadî ne tenê bi hîcaba reş tê pênasekirin. Jinên Îranî hîcaba xwe rakirin û soza xwe bi cih anîn lê ev hê destpêka riyeke dijwar e. Di heman demê de, azadî ne tenê gotina ‘na’ ji desthilatdariyê re ye. Bi wateyeke kûrtir, azadî hêza afirandina jiyana xwe bi riya hişmendiya xwe, berpirsiyarî û biryardayîn e. Dema di vî alî de lê were mêzekirin dê were dîtin ku azadî hem daxwazeke rewa û xwezayî ye, hem jî berpirsiyariyeke dîrokî ye. Dema kesek dixwaze azad be divê bikaribe şert û mercên ku ji derveyî azadiyê ne nas bike, li dijî wan bisekine û şert û mercên jiyana hevbeş ava bike. Ji ber vê, azadiya Jin, Jiyanê kêliyeke azadiyê ye ku derî di gelek waran de li azadiyê vedike. Dema civaka ku ew lê dijî ji hêla tirs, cudakarî, tundî û neheqiyê ve tê birêvebirin, kes nikare bi awayê rast azad be. Azadiya rast divê xwe di têkiliyên mirovan de jî nîşan bide. Asta jiyana hevbeş jî ji hêla têgihîştina me ya azadiyê ve tê destnîşankirin.

Jin Jiyan Azadî li Îranê çi guhertin çêkir?

Yek ji destkeftiyên herî girîng ên vê şoreşê veguherîna gotinên siyasî ye. Berî vê tevgerê, ‘pirsgirêka jinan’ bi gelemperî tenê di çarçoveya ‘mafên jinan’ de dihat çareserkirin. Lêbelê tevgera ‘Jin, Jiyan, Azadî’ pirsa jinan ji siyê derxist û xist nava dilê civakê. Jinên Îranî bi girseyî nîşan dan ku daxwaza azadiyê ne tenê pirsgirêke ku bi jinan ve girêdayî ye. Dema ku jinek li kolanan diqîre, ew ne tenê mafên xwe diparêze yan jî li dijî mirinê derdikeve, di heman demê de têkiliya di navbera desthilatdarî û jiyanê de jî dixe ber hesabpirsîneke dîrokî. Li kolanên Îranê, dîrokek hezar salî ya desthilatdariya otorîter hat darizandin, têkbirin û dawî li wê hat anîn.

Di vê pêvajoyê de, gelek jin ji rolên ku civak û desthilatdariyê ji wan re destnîşan kiribûn, azad bûn. Ew ne tenê beşdarên serhildanan bûn, di heman demê de bûn afrînerên ramanan, rêberên civakî, nivîskar, hunermend, mamoste û xwendekar jî. Bi kurtasî, kesên ku bi hebûna xwe têgeheke nû ya jinbûnê temsîl dikin. Vê guhertinê wateya azadiyê ji bo jinan jî guherand. Azadî êdî ne tenê wek mafek ku ji desthilatdaran tê xwestin tê dîtin, veguheriye kapasîteyek ji bo avakirina xweêxistinkirin û xwerêveberiyê.

Jinên Kurd û keşfên wan

Di vê şoreşê de cihê jinên Kurd pir girîng e. Di vê serhildana ku ji Rojhilatê Kurdistanê derketiye holê de, peyva ‘Jin’ ku bi dengê Jîna Emînî hat bihîstin, gihîşt pergala Îranê û bû sedem ku pirsgirêka jinan, pirsgirêka neteweyî û pirsgirêka maf û azadiyên mirovan ji bo tevahiya civaka Îranê bibin mijarên navendî. Lêbelê tevgera jinên Kurd divê tenê bi wê rastiyê neyê pîvandin ku serhildan li Kurdistanê dest pê kiriye. Di seranserê dîroka civaka Kurd de, jinan di gelek qonaxên têkoşînê de roleke çalak lîstine. Di vê pêvajoyê de, jinên Kurd nîşan dan ku ew dikarin hem li hemberî tundiya li dijî jinan, hem jî li hemberî şert û mercên siyasî yên ku civaka Kurd hedef digrin li ber xwe bidin.

Jinan daxwaza nasnameyên ku bi hezaran salan ji wan hatine dizîn kirin. Di vê şoreşê de, yên bûne hedefa zilmê ne tenê jinên Kurd in; ew mijara dîrokê ye. Ev guhertinek mezin e. Dema ku jin ji ‘kesek ku her gav hewceyê parastinê ye û divê bê parastin’ ber bi kesek ku xwe û civaka xwe diparêze ve diçe, hişmendiya ku jinan li kêlekê dihêle jî bi xwezayî diguhere. Ger şoreşek bikaribe têgeha civakê biguherîne wê hingê yên ku di desthilatdariyê de ne hewl bidin vê veguherînê rawestînin. Di çar salên dawî de, rayedarên Îranê bi awayên cuda bersiv dane vê pêvajoyê. Girtin, kuştin, darvekirin, tepeserkirina yasayî, zextên li ser malbatan û hewldanên bêdengkirina dengê kesên din. Di vê çarçoveyê de, darvekirin ne tenê cezayê ku dikare ji kesek re bê dayîn e. Dema kesek ji ber ku azadiyê dixwaze tê darvekirin, armanc tiştek din e. Ew dixwaze tirsê veguherîne amûreke siyasî. Ew dixwaze ji yên din re bibêje: ‘Ger hûn bi vî rengî bidomînin, dawiya we jî wiha ye.’

Jin bûn xwedî gelek destkeftiyan

Li vir paradoksek heye; tepeserkirina ku dixwaze şoreşê bi tirsê rawestîne carna dibe sedem ku bîranîna şehîdan, doz û azadiyê di civakê de bêhtir sazûmanî û mayînde bibin. Îro di dilê hemû jinên Îranî de jiyan heye û ev yek dihêle ku em bibêjin şoreş hê jî berdewam dike... Ji ber vê, şertê girîng ê vê pêvajoyê ne tenê berxwedana li dijî pergala wesayeta yasayê ye, di heman demê de hêza civakê ku tirsê ji mekanîzmayeke parçeker û bêhêzker veguherîne hêzeke ku di ruhê mirovan de yekîtî diafirîne.

Piştî çar salên derbasbûyî divê destkeftiyên tevgera ‘Jin, Jiyan, Azadî’ tenê bi pîvanên yasayî yan siyasî neyên nirxandin. Her çendî hinek şoreş bi yasayên ku di nava salek de diguherin tên pîvandin jî yên din hest, ziman, zihniyet û xeyala civakê diguherînin. Ji vê perspektîfê, ‘Jin, Jiyan, Azadî’ serkeftinek mezin temsîl dike. Îro gelek jin normên berê yên qebûlkirî dixin ber pirsan. Ji bo têkiliyên di navbera jin û malbatê, bedena xwe, jiyana kar, siyaset, yasa û civakê de bi giştî ji nû ve pênase dikin û li çareseriyan digerin.

Li aliyê din ger şoreş nikaribe ji qada protestoyê derkeve û balê bikşîne ser avakirina mekanîzmayên nû, metirsiya windakirina leza wê bi demê re heye. Heta ku daxwazên civakî veneguherin rêxistin, perwerde, hevkarî û saziyên civakî yên hevgirtî û domdar; şoreş dê xwedî metirsiya ku tenê dê sembolîk bimîne be. Ji ber vê, ‘Jin, Jiyan, Azadî’ gihîştiye qonaxeke ku tenê dubarekirina dirûşmê êdî têrê nake. Dirûşm xaleke destpêkê ye, armanca dawî divê avakirina jiyana azad be.

Şoreşek ku dikare alternatîfan biafirîne dikare bibe pêvajoyek domdar

Dema di vî alî de lê bê nêrîn dê were dîtin ku qada çalakiya tevgera ‘Jin, Jiyan, Azadî’ civakek rêxistinkirî ye. Civakek rêxistinkirî ne tenê anîna hejmareke mezin a mirovan e. Di asteke kûrtir de, rêxistin kapasîteya civakê ya destnîşankirina pirsgirêkên xwe, nîqaşkirina wan bi hev re, hilberandina çareseriyên xwe û girtina berpirsiyariya jiyana xwe nîşan dide. Divê azadî di jiyana rojane de di malbat, perwerde, kar û aborî, çand û hunerê, siyaset û têkiliyên di nav kesî de bê pêşxistin û bicîhkirin. Ji ber vê, qonaxa nû ya tevgera ‘Jin, Jiyan, Azadî’ pêwîstî bi veguhestina ji pirsa ‘Em li dijî çi ne?’ ber bi ‘Em çi ava dikin’ heye. Ev veguherîn hem pirseke nû hem jî pênaseyek nû temsîl dike. Ew di heman demê de guhertinek di stratejiya jiyanê de ye. Her şoreşek ku tenê bi riya dijberiyê tê pênasekirin, xetera asêbûna di nav wê dijberiyê de heye. Berevajî vê, şoreşek ku dikare alternatîfan biafirîne dikare bibe pêvajoyeke domdar. Ji ber vê yekê, tevgera ‘Jin, Jiyan, Azadî’ divê tenê bi gotina ‘Em pergala heyî naxwazin’ razî nebe. Divê ew bersiva pirsa ‘Em dixwazin çi cure jiyanê ava bikin’ jî bide.

Li vir, wateya felsefî ya azadiyê ji nû ve derdikeve holê. Azadî ne tenê valahiya ji ber hilweşîna desthilatdariyê dimîne ye, ew afirandina têkiliyên nû ye. Jiyana azad ne li ser tirsê, li ser rûmet, hevgirtin, wekhevî û berpirsyariya hevpar hatiye avakirin. Bi vê wateyê, ‘Jin, Jiyan, Azadî’ dikare ji serhildanek veguhere projeyeke civakî. Jin ne tenê mafên xwe dixwazin, di heman demê de şert û mercên jiyanê ji nû ve pênase dikin. Jiyan ne tenê berdewamiya hebûnê ye, hilbijartina riya hebûnê ye. Bi heman awayî, azadî ne tenê reva ji kontrolê ye, hêza avakirina jiyanê ye ku mirov bi rastî dikare xwe tê de bibîne.

‘Jiyana bê azadî tenê berdewamiya hebûnê ye’

Çar sal piştî destpêkirina vê serhildanê, dibe ku zoriya herî mezin ev be: Em çawa dikarin hêza li kolanan tê berdan, di jiyana rojane de veguherînin hêzeke mayînde? Bersiv ne tenê di berdewamiya dirûşmê de ye, ew di şekildana mirovan de ye, têkiliyên wan, rêxistinên wan, zanîna wan û kapasîteyên wan ên biryardayînê de ye. Ji ber vê, qonaxa nû ya tevgera ‘Jin, Jiyan, Azadî’ divê pêvajoyek rêxistin, hişyarî, afirandin û avakirinê be. Ji ber şoreş ne tenê bi roja ku civak li dijî desthilatdariyê serî hildide tê pênasekirin; ew bi kêliya ku civak dest pê dike, hêdî hêdî şêwaza jiyana xwe ji nû ve biafirîne tê pênasekirin. Ger ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ji dirûşmeyek veguhere diyardeyeke dîrokî divê ew ji dengê ku li kolanan tê bihîstin veguhere hêzeke ji êş û keda jinan û civaka Îranê bi temamî hatiye çêkirin.

Di encamê de, wateya herî kûr a vê sêgoşeya têgehê ev e: Bê azadî, em nikarin behsa ‘jin’ an ‘jiyanê’ bikin; jiyana bê azadî tenê berdewamiya hebûnê ye. Azadî ku bi civakek rêxistinkirî re nebe, xetera wê heye bibe daxwazeke vala. Lê gava ‘Jin, Jiyan, Azadî’ di civakek xwerêxistinkirî de li hev dicive, şoreş ji protestoya sade derbas dibe û vediguhere afirandina şêwazeke nû ya jiyanê. Di berbanga welatê jinan de, di berbanga ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de, em jiyana nû ava dikin...