Merasîma îmhakirina çekan dest pê kir

Li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gerîlayên Koma Aştî û Civaka Demokratîk tên Başûrê Kurdistanê û çekên xwe datînin. Merasîma îmhakirina çekan dest pê kir.

Navenda Nûçeyan – Şandeya DEM Partî ya ji Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, Tulay Hatimogulari, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk, Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Mîthat Sancar, Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Cengîz Çandar, Parlamenterê DEM Partiyê Saruhan Oluç, Hevberdevka HDK’ê Meral Daniş Beştaş û hinek kesayetên din hene, gihiştine cihê merasîma ku wê lê daxuyanî bidin û çekên xwe îmha bikin.

Her çiqas hat destnîşankirin ku gerîlayên Koma Aştî û Civaka Demokratîk (BDTG) dê çekên wan tine bikin jî, hat gotin ku dê destûr neyê dayîn ku ti alavên teknîkî bikevin herêma ku merasîm dê li Silêmaniyê were lidarxistin. 

Gelek rojnamevanên navneteweyî ji bo temaşekirina merasîmê hatin Silêmaniyê û tê payîn ku ev yek di pêvajoya aştiyê de gaveke girîng be. 

Merasîma îmhakirina çekan dest pê kir.