Melîka Melîk Mihemedî hate berdan: Hunermendên jin hê jî di bin zextê de ne
Nivîskar û alîkara derhênera şanoyê Melîka Mihemedî, piştî ku li Tahranê bi serdegirtineke tund hatibû girtin, hate berdan. Vê bûyerê nîqaşên li ser zext û sînordarkirinên ku jinên di qada çandî de dixebitin pê re rû bi rû dimînin, ji nû ve anî rojevê.
Navenda Nûçeyan – Dîmenên ku ji aliyê rêxistinên mafên mirovan ve hatine weşandin nîşan didin ku nivîskar û alîkara derhênera şanoyê Melîka Melîk Mihemedî piştî demekê ji girtîgeha Komara Îslamî ya Îranê hatiye berdan. Lê belê, ev berdan di siya nezelaliya derbarê rewşa doza wê, şert û mercên girtina wê û zextên muhtemel ên li dijî wê de pêk hatiye. Her wiha derbarê dîroka berdana wê de tu agahiyên zelal nînin.
Li gorî çavkaniyên mafên mirovan, hêzên ewlehiyê di dawiya Çileya 2026’an de bi ser mala wê ya li Tahranê de girtine û bi pêkanîna tundiyê Melîka Melîk Mihemedî binçav kirine. Vê bûyerê careke din fikarên li ser destwerdanên ewlehiyê yên berdewam ên ku jinên di çand, huner, akademî û medyayê de xebat dikin hedef digirin, kir rojev.
Hewldanek ji bo bêdengkirina dengên serbixwe
Girtina Melîka Melîk Mihemedî tenê wekî dozeke takekesî nayê dîtin. Ev bûyer wekî beşek ji pêvajoyeke berfireh tê nirxandin ku tê de hunermendên serbixwe û rexnegir di salên dawî de bûne yek ji hedefên sereke yên saziyên ewlehî û dadweriyê.
Nivîskar, lîstikvan, derhênerên şanoyê, çêkerên belgefîlman, muzîkjen û xebatkarên din ên qada çand û hunerê – bi taybetî jinên ku rexneyên xwe yên derbarê zordarî, newekheviya zayendî, qedexeyên civakî û binpêkirina mafên sivîl tînin ziman – gelek caran bi pratîkên wekî bangkirina ji bo lêpirsînê, binçavkirin, gefxwarin, qedexekirina çalakiyên pîşeyî û destpêkirina dozên qanûnî re rû bi rû dimînin.
Rêbazên ku di rewşên wiha de pir caran tên bikaranîn ev in: serdegirtina malan, desteserkirina telefonên destan û tiştên şexsî, afirandina atmosfereke tirs û zextê li ser endamên malbatê û sewqkirina girtiyan ji bo cihên nediyar. Ev pêkanîn ne tenê azadiya kesê girtî dike hedef; di heman demê de peyameke tirsandinê dide tevahiya civaka hunerî: Her dengekî serbixwe ku ji sînorên fermî yên hatine ferzkirin derkeve, dibe ku bi cezayên giran ên ewlehiyê re rû bi rû bimîne.
Girtî piştî berdanê jî rastî zextan tên
Her çend berdana Melîka Melîk Mihemedî ji bo malbat, heval û civaka şanoyê pêşketineke bi hêvî be jî, ev nayê wê wateyê ku zextên li ser wê bi dawî bûne; heta ku hûrguliyên doza wê, sûcdariyên muhtemel û rewşa wê ya qanûnî zelal nebin ev rîsk berdewam dike.
Ezmûna gelek hunermendên ku di demên berê de hatine girtin nîşan dide ku berdana demkî bi şert an kefaletê, pir caran ne dawiya pêvajoyê ye. Piştî berdanên wiha, kes zêdetir ji bo lêpirsînê tên bangkirin, bi gef û sînorkirinên pîşeyî re rû bi rû dimînin û her gav di bin rîska biryarên neyênî yên dadgehê de dijîn.