Ebola li Kongoyê Belav Dibe: 291 Mirî

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê hişyarî da ku şewba Ebolayê ya li Kongoyê ji kontrolê derketiye. Hejmara pêketiyan ji hezarî borî.

Navenda Nûçeyan — Zêdebûna hejmara dozên piştrastkirî yên vîrûsa Ebolayê li Kongoyê, dibe sedema fikarên mezin ên derbarê rîska belavbûna şewbê, bihêzkirina mudaxeleya tenduristiyê li herêmên bişewb û hewcedariya kontrolkirina veguhastina vîrûsê.

Wezareta Ragihandin û Medyayê ya Komara Demokratîk a Kongoyê, duh di daxuyaniya xwe ya 24’ê Hezîranê de ragihand ku li welat hezar û 118 dozên piştrastkirî hatine tespîtkirin û ji van 291 jê bi mirinê bi dawî bûne.

Rêjeya mirinê gihîşt ji sedî 26’an

Li gorî daneyên fermî, 122 kes ji vîrûsê filitîne û baş bûne, lê dermankirina 408 kesan hîna jî berdewam dike. Rêjeya mirinê gihîştiye ji sedî 26’an. Di daxuyaniyê de her weha hat diyarkirin ku xebatên şopandina epîdemiyolojîk berdewam dikin, 138 dozên gumanbar hatine diyarkirin û ji sedî 77,1’ê kesên ku têkiliya wan bi nexweşan re çêbûye di bin çavan de ne.

Herêma Sereke ya Şewbê: Îturî Dema ku parêzgeha Îturî ya li rojhilatê welat wekî navenda sereke ya şewbê dimîne; li parêzgeha Kîvûya Başûr ji 26’ê Gulanê vir ve dozeke nû nehatiye qeydkirin. Tevî vê yekê, li herêmên ku şewb lê heye xebatên şopandin û lênihêrînê berdewam dikin.

Rêveberê Giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê diyar kir ku her çend rîska gerdûnî kêm bûbe jî, şewb hîna jî "ji hewildanên mudaxeleyê zêdetir e". Rêveber destnîşan kir ku di warê tespîtkirina zû û bihêzkirina kapasîteya mudaxeleya bilez de zehmetiyên mezin berdewam dikin.