Meclîsa Malbatên Şehîdan li dijî xerabkirina gorên şehîdan daxuyanî da

Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Cizîrê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, kiryarên dermirovî li ser goristanên şehîdan û xerbakirina goran ji aliyê komên çete yên HTŞ’ê û çeteyên din ve bi daxuyaniyek şermezar kir.

Qamişlo- Meclîsa Malbatên Şehîdan a kantona Cezîrî li dijî êrîş û kiryarên dermirovî  yên li beran berî goristanên şehîdan ên herêmên ku hêzên QSD’ê jê vekişiyane ji aliyê komên çeteyan ve bi daxuyaniyeke çapemeniyê li bajarê Qamişloyê şermezar kir. Daxuyanî bi tevlîbûna endamên Meclîsa Malbatên Şehîdan li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan a bajêr hat xwendin.

‘Rûmeta şehîdên me xeta sor e’

Daxuyaniya ku ji aliyê endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Ebîr Ebdo ve hat xwendin wiha bû: “Êrîşên li dijî pîroziyên me û sembolên rûmeta me li herêmên ku hêzên me jê vekişiyane, em bi tundî şermezar dikin. Li wir goristanên şehîdan rastî talankirinê hatin û hatin xerakirin. Ev yek binpêkirineke eşkere ye li dijî rûmeta şehîdan û nirxên mirovahiyê. Ev kiryarên kirêt ên ku şikandina kêlikên gorên lehengên me yên canê xwe di riya azadiyê de dane dike armanc. Ji tevahiya cîhanê re îsbat dike ku ew aliyên destdirêjker bi wê hişmendiya xwe ya paşverû ya ku ji şehîdên me yên di goran de jî ditirsin, ji pîvanên exlaqî bêpar. Em tekez dikin ku rûmeta şehîdên me xeta sor e, her wiha em bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan dikin ku van binpêkirinan belge bikin û berpirsiyaran ceza bikin. Em bi şehîdên xwe sond dixwin ku xerakirina kevirên gorên wan wê biryardariya me ya li ser parastina nirxên wan xurtir bike. Bîranîna wan di wijdanê me de her dem zindî ye û bi xiyanet û xerakirinê nayê tunekirin.”

Daxuyanî bi dirûşma “Şehîd Namirin” bi dawî bû.