Manşeta hevkariya sûc: Eniya şer a medyayê – GOTAR
Dema tiştên li Helebê diqewimin tên vegotin divê mirov bi kiryarên êrîşan re, manşetên medyayê yên ku hêzê didin wan kiryaran, meşrû nîşan didin û civakê bêdeng dikin jî lêpirsîn bike. Ne tenê lêpirsîn divê mirov bidarizîne.
FERÎDE YILMAZ
Pevçûnên ku li taxê Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê didomin û agahiyên komkujiyan, tenê nabe mirov weke encama êrîşên tang, top û balafirên bêmirov bibîne. Vê rewşê şopa makîneya propagandayê ya ku bi hemdem bi teknîka şer re dixebite nîşan dide. Di tabloyeke ku komên girêdayî hikumeta demkî ya Şamê û komên paramîlîter ên girêdayî dewleta Tirk, êrîşên taxên sivîlan dikin, bi dehan mirov tên kuştin û di navbera êrîşkaran de sembolên DAIŞ’ê xuya dibin de; medyaya desthilatdariya Tirkiyeyê, careke din peywira xwe ya dubare bi cih tîne. Armanca wê tenê ser rastiyê bigre, kesên rastî êrîşan tên sûcdar bike û şîdetê meşrû bike. Divê mirov vê mijarê weke mijareke wisa ji rêzê ya hevkariyê nebîne. Ev yek pir vekirî nîşan dide ku medyaya desthilatdariyê, alîgiriya şer dike. Ger mirov bi awayekî din û vekirî bibêje; ev tê wateya hevkariya sûcên şer û yên dermirovî ku tên kirin e.
Zimanê ku bi meşrûkirina şer û êrîşan bûye amûra şer
Piştî êrîşên li ser taxên Şex Meqsûd û Eşrefiyê, medyaya alîgir a Tirk bi manşetên; “QSD êdî hedefa meşrû ye", "Sebra Sûriyeyê nema", "Sîleya Şamê", “QSD’ê rewşê tevlîhev kir” bi heman zimanî, heman tiştî got. Dema ku taxên sivîlan hatin bombekirin, bi gotinên; “Ev ne sûc e mudaxele ye”, “ne komkujî, operasyon.”
Di zimanê desthilatdariyê de sûcên li dijî mirovahiyê û yên şer, tu carî nayên ziman. Li cihê vê, gotinên; “mudaxele” “operasyon” an jî "avakirina ewlehiyê" têgehên teknîk û steril tên tercîhkirin.
Bi vê rêbaza ku di felsefeya ziman de stratejiya cureyek oksîmoron (yekîtiya wateyên dijber) ofemizm (başnîşandana rewşeke xirab) e, armanc ew e ku hovîtî û şîdetê, bi gotinên sivik veşêre. Ev yek hem lîstika gotinan e hem jî zirxa têgehî ya polîtîkaya dagirkeriyê ye.
Vê têgehê ji aliyê dîrokî ve "pakkirina têgehî" ye, mîrasa hevpar a ferastên emperyal û otorîter e. Gotina DYA’yê ya "Operasyona azadkirina Iraqê" ku di dema Iraqê serûbin kir anî ziman, mînaka herî xwînî ya vê durûtiyê ye. Dagirkeriyek ku bû sedema jiyana bi milyonan mirovan, bi têgehên “azadî” û “demokrasi” hatibû bazarkirin. Bi heman awayî, komkujiyên hêzên mêtinkar bi zimanê sûc ê; “medenîkirin”, ji bo şîdeta Îsraîlê ya li ser Filistîniyan “parastin” an jî zextên dîktatoriyan weke “pergala giştî” hat binavkirin. Bi vê yekê sûc bi riya ziman hat kedîkirin û meşrûkirin.
Îro di êrîşên li ser taxên Kurdan ên li Helebê de jî heman mekanîzma di dewrê de ye. Bombeyên ku li ser sivîlan hatin berandin bi gotinên; “hewcehiya operasyonel” dagirkirina taxan bi gotina “îstîqrar”, dagirkirina warê jiyana neteweyek jî bi gotina “pêkanîna mutabaqatê” tê pêşkêşkirin. Vê manipülasyona ku bi ziman tê kirin, şîdetê tîne asta teknîkî, hewl dide redkirina wijdanî asteng bike. Dema ku "Komkujî" tê gotin, hovîtiya exlaqî derdikeve holê lê dema ku "operasyon" tê gotin tenê ev wate tune dibe û cihê xwe ji analîzeke sar a leşkerî re dihêle. Medyaya desthilatdariyê, van oksîmoronan weke muhîmmat bi kar tîne, têgihîştina civakî felc dike lê divê neyê jibîrkirin ku binavkirina sûcek bi gotinên “azadkirin” an jî “operasyon”, wî sûcê naguherîne; tenê hevkariya sûc a kiryar kûr dike. Têkoşîna heqîqetê, tam jî di vê xalê de bi hilweşandina bendên desthilatdariyê û ji dagirkeriyê dema ku ji dagikeriyê re bibêje “dagirkerî” ji komkujiyê re bibeje "komkujî" bi cesaret dest bi nîşandana rastiyan dike.
Çiqas manîpulasyon were kirin jî hiqûqa navneteweyî heta tu bibêjî vekiriye: Bi zanîn hedefgirtina sivîlan, bikaranîna hêza zêde, bi çekên giran hedefgirtina şûnwarên sivîlan sûcên şer in. Bi gotina “meşrû” binavkirina vê yekê, ne rojnamegerî ye, dijberî wê hewldana bi civakê pejirandina binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye
Meşrûkirina sûcekî tenê astengiyên li pêşiya wî sûce radike lewre têgihîştina merşûbûnê, ji bo kiryaran “fikara hesabdayînê” kêm dike, ji aktorên siyasî re qadên manewrayê vedike û civakê ji şahidiya sûc dûr dixe. Di vê xalê de medya tenê ji navbeynkariya “vegotinê” zêdetir; xwe li cihekî ku berdewamiya sûc hêsan dike bi cih dike.
Kiryar kî ye?
Di gotinên medyaya alîgir de teknîkeke din a ku balê dikşîne jî “cihguhertina berpirsyariyê” ye. Komên paramîlîter ên girêdayî rêveberiya demkî ya Şamê êrîş dikin lê di nûçeyan de hema bibêje qet behsa vê yekê nayê kirin. Li cihê wê QSD’ê derdixin pêş; sedema êrîşan weke bicihneanîna “mutabaqata 10’ê Adarê” tê nîşandan. Bi vê yekê kiryar tê veşartin, gelê ku rastî komkujî û êrîşan tê weke ku mirinê “heq kiribe” tê nîşandan.
Ev taktîka propagandayeke ku her dem tê kirin e. Armanc ew e têgihîştina yên rastî êrîşan tên “sûcdar” êrîşkar jî “mafdar” were avakirin lê rêbaza bingehîn a hiqûqê, ew ku bi çi hincetê dibe bila bibe divê sivîl werin parastin. Tu hincet nikare bombekirina taxan û komkujiyên li ser şêniyên wan meşrû bike.
Aktorên rstîn ên li pişt êrîşê, ango rola Tirkiyeyê jî bi awayekî daîmî tê veşartin. Pir baş tê zanîn ku bêyî desteka siyasî-leşkerî ya Tirkiyeyê hikumeta demkî nikare van êrîşan bike lê ji ber ku veşartina rastiyan polîtîkaya bi zanîn a medyayê ye, di heman demê de rola wê ya çalak a di veşartina berpirsyariyê de jî xwe nîşan dide.
Bi eşkereyî komkujî tên kirin
Bi erîşên ku 6’ê Çileyê dest pê kirin re heta niha 13 kes hatine kuştin, zêdetirî 60 kes jî birîndar bûne. Tank, topavêj, balafirên bêmirov… Ev hemû îsbata komkujiya li ser sivîlan in lê di nûçeyên medyaya alîgir de ev tune ne. Wekî ku êrîş li ser erdeke vala tên kirin nîşan nûçe tên dayîn. Ne behsa sivîlan, ne taxan ne jî êşên ku gel dikşîne tê kirin.
Ev yek teknîka jiholêrakirina şahidiya civakî ya sûc e. Çanda bêcezakirinê, xwe bi tunebûna şahidiyê xwedî dike. Dema ku kes nepirse, kes nebîne, kes neaxive; sûc jî dê weke “tune” were dîtin. Dema ku medya dibe mîmarê sereke yê veşartinê, ne tenê di pakkirina sûc de, bingeha dubarebûna sûc tê amadekirin.
Sînorên etîk û hiqûqî yên hevkariyê
Gelo ev helwesta weşankariyê “hevkariya sûc” e? Ji aliyê etîk ve bersiv zelal e: Belê. Ger saziyeke medyayê bi zanîn û li gorî daxwaza xwe sûcên li dijî mirovahiyê veşêre, kiryaran biparêze, kesên rastî êrîşê tên sûcdar bike; ew medya, ji aliyê exlaqî ve dibe perçeyek sûc. Nekirina şahidiyê, bêdengkirin, berevajîkirin; ev hemû tên wateya ku ji çewisandina civakî ya ji aliyê sûc ve.
Ji aliyê hiqûqî ve jî mesele zêdetir teknîk e lê ewqas jî dûr e nîn e. Di hiqûqa ceza ya navneteweyî de, “alîkariya” ji sûc re, "berdan" yan jî têgehên ku ji bo "şîddetê tehrîk" tên gotin, di rewşên ku rasterast ji kiryar re rewş tê hêsankirin de dikeve dewrê.
Bi taybetî medya, dema ku bi nûçeyên bi naveroka hedefgirtinê çêdike, gotinên nefrete belav dike, sûcên şer weke meşrû bi kod dike, kiryaran diparêze û destek dike; dikeve çarçoeya berpirsyariyên bi vî rengî. Di qirkirina li Ruandayê de darizandina hinek saziyên medyayê û weşangeran li dadgehên navneteweyî mînakeke dîrokî ye.
Peywira medyayê di heman demê de ne tenê weşandin e, belgekirin e jî. Medyaya ku bi awayeke pergalî rastiyan berevajî dike, hewza belgekirinê ya ku di pêşerojê de ji bo lêgerîna edaletê were bikaranîn jî qirêj dike. Ev yek jî hesabdayîna piştî sûc zortir dike.
Sansura dîjîtal a li dijî çapemeniya azad
Medyaya alîgir a di bin fermana desthilatdariyê de bi zimanê şer weşanê dike, nete bi berevajîkirina rastiyan bi sînor namenîne, bûye amûr li dijî çapemeniya azad a ku hewl dide heqîqetê ragihîne. Rûxandina ku bi bombeyan li ser erdê çêdibe, di qada dîjîtal de bi sansurê tê temamkirin. Platformên medyaya dîjîtal ên demokratîk û azadîxwaz ku hewl dan tiştên li Helebê diqewimin belge bikin, dengê sivîlan ragihînin û ji derveyî zimanê desthilatdariyê agahiyan dan, bi awayekî pergalî hatin astengkirin.
8’ê Çileyê hesabên X yên Jinnews û ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê bi temamî li Tirkiyeyê hatin girtin, ev yek bû mînaka herî şênber a vê dorpêçê. Bi vê yekê desthilatdariyê ji aliyekî ve derew û propagandayê bi rehetî kir, ji aliyekî ve jî qenalên ku rastiyê dibêjin, radigihînin, bi awayê fiîlî girt lê divê mirov vê yekê tenê weke asgengkirina gihîştinê nenirxîne. Ev êrîşeke vekirî ya li ser mafê girtina agahiyan e.
Di civakên demokratîk de zêdebûna medyayê mafeke bingehîn e lê tabloya ku em îro pê re rûbirû ne, feraseteke siyasî ya ku rastî weke gefa ewlekariyê hatiye kodkirin, dijminahiya rastiyê tê kirin nîşan dide. Li vê derê belavbûna derewan tê teşwîqkirin lê belavbûna rastiyê tê astengkirin; pêşî li rexneyan tê girtin, şahid tên cezakirin.
Dîrokî nîşan daye ku zext û sansur heqîqetê ji holê ranakin; tenê bedelên wê zêde dikin. Çapemeniya azad, tevî hemû êrîş, girtin, binçavkirin û astengiyên dîjîtal, dest ji nivîsandina rastiyan berneda. Îro jî dest jê bernedaye dê sibê jî dest jê bernede lewre heqîqet awayê berxwedaneke wisa ye her ku tê çewisandin, bi hêz dibe, her ku tê tarîkirin, zêdetir qada xwe berfireh dike û belav dibe.
Ji ber vê yekê mesele tenê êrîşa li Helebê yan jî çend manşet nîn e. Mesele ew e ku pergala bi derewan tê birêvebirin, hewl dide bi bêdengkirina rastiyan li piyan bimîne. Tam jî ji ber vê yekê, berxwedana çapemeniya azad tenê xebateke rojnamegeriyê nîn e; di heman demê de têkoşîna demokrasiyê ye..
Medya bûye çeka şer
Çapemeniya azad dema ku ji bo demokrasiyê têdikoşe, medyaya alîgir, hewldana xwe ya ji bo domandina desthilatdariyê û parastina tezên wê û ji bo ku bibe çeka şer didomîne. Tenê hewl dide berê têgihîştina rastiyê bide aliyek, bingeha nefrete ava bike, sûc normal bike… Ev mekanîzmayek wisa ye ku ji tang û topan domdartir e, zêdetir dirûxine û texrîbatên mezin diafirîne.
Ji ber vê yekê dema behsa tiştên li Helebê tê kirin, divê tevî kiryarên êrîşan, mirov manşetên ku hêzê didin kiryaran, meşrû dikin û civakê bêdeng dikin jî lêpirsîn bike. Lêpirsîn bes nîn e divê mirov di heman demê de vê yekê bidarizîne.
Peywira medyayê ya vegotina şîdetê heye lê ger ku bûbe perçeyek şîdetê êdî dibe saziyeke ku divê ew bi xwe jî hesab bide. Lewre xalên şikestinê yên di dîrokê de nîşan dane ku; bi qasî çekan zimanê ku şer û kuştinê “mafdar” nîşan die jî perçeyek sûc e.