Mamosteyên Til Temir pênûs danîn, çek hilgirtin û beşdarî seferberiyê bûn

Rêveberiya Dibistanên Til Temirê îro li ser banga seferberiyê pênûs danîn, bi hilgirtina çekê û li xwekirina rextan beşdarî seferberiyê bûn. Rêveberiya Dibistanan got: “Em ê destkeftiyên 14 salên şoreşa xwe biparêzin.”

Til Temir – Îro mamosteyên bajarê Til Temirê ya Kantona Cizîrê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li ser banga seferberiyê ku li dijî êrîşên HTŞ’ê yên bi ser welat de tên, hatibû ragihandin beşdarî seferberiyê bûn.

Endamê Rêveberiya Dibistanan, Eyhan Yûnis bi daxuyaniyek devkî got: “Herêma me di pêvajoyek leşgerî û siyasî ya nazik re derbas dibe, di heman demê de komkujiyên pir mezin di derheqê gelê me yê Kurd de tê pêkanîn. Em jî erkê xwe yê li hember vî welatî pêk tînin û beşdarî seferberiya hatiye ragihandin, dibin. Komkujiyên derbarê Kurdan de çêdibin cihê şermezariyê ye û tekez em ê ji şervanên xwere bibin palpişt.”

Eyhan da zanîn ku ew ê hesab ji kujer û çeteyên sûc li hember jinên Kurd û keziyên wan kirine bixwazin û wiha dirêjî da gotina xwe: “Rêxistinên mafê mirovan yên ku qaşo xwe weke parêzvanên mafê mirovan dibîn, lê belê li hember van sûcan bêdeng in. bêdengî şirîkî û sûcê li beran berî mirovatiyê ye. Ji ber li dijî binpêkirin û kiryarên hikûmeta HTŞ’ê û dewleta Tirk a dagirker li dijî netewê me pêk tînin, bêdengiya xwe raber dikin.”

Eyhan da xuya kirin ku ew wekî mamoste, dayik û xwûşk heta zarokên 7 salî parastina destkeftiyên şoreşê bikin û wiha dirêjî da gotina xwe: “Qonaxa îro tê xwestin ku em pênûsê deyînin aliyekî û çekê hilgirin, parastina destkeftiyên 14 salên şoreşa xwe, dewam bikin. Em ê rênedin dagirkeriyê derbasî axa me bibe.”

Eyhan çalakiyên gelê Kurd û azadîxwazan li çar aliyên Kurdistanê û Ewropayê silav kir.

Di dawî de diruşmeyên piştgiriya bi QSD/YPJ’ê re hatin gotin.