Lîstikvan Zoya Emamî jiyana xwe ji dest da
Lîstikvan Zoya Emamî ya di gelek film û rêzevîlman de lîst ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da.
Navenda Nûçeyan– Listikvana şano, televizyon û sînemayê Zoya Emamî ya 68 salî bi krîza dil jiyana xwe ji dest da
Lîstikvanê sînema û televîzyonê Kazem Hejirazad ku hevjînê Zoya Emamî ye 6’ê Mijdarê di parvekirina li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal de got: “Zoya duh bi şev ji ber krîza dil wefat kir.”
Kazem Hejirazad di peyama xwe de wiha got “Zoya, di dema şewba COVID-19 de, ji ber mirina kurê me pêvajoyeke xirab derbas kir û dûre bi nexweşiya parkînsonê ket. Êdî nikaribû xebatên xwe yên hunerî bidomîne. Xwezila bikaribûya; dibe ku xebatên hunerê hinek be jî dilê wê yê şikestî teselî bikira.”
Di gelek fîlman de rol girt
Zoya Emamî, di sala 1955’an de li Tehranê hat cîhanê. Perwerdeya lîstikvaniyê, li Navenda Hunera Taybet Anahîta temam kir. Di sala 1996’an de bi rêzefîlma bi navê “Parêzerên ciwan” dest bi xebata hunerî ya profesyonel kir. Zoya Emamî, bi rêzefîlmên “Pardeh-Nesîn (Li pişt perdeyê)”, “Pişt-e Konkuriha (Ên ku di ezmûna dubare de man)”, “Aseman Hamishe Abri Nist (Asîman her dem ewrewî nîn e” û “Haşt Beheşt (Heşt bihişt)” û bi berformansên xwe yên di fîlmên sînemayê de dihat nasîn.