Li Zanîngeha Kobanê bi boneya Roja Rojnamegeriya Kurd panel

Zanîngeha Kobanê ya kantona Firatê bi wesîleya 127’emîn salvegera Roja Rojnamegeriya Kurd panel lidar xist û bal kişand ser rol û girîngiya çapemeniya Kurd.

Kobanê – Roja Rojnamegeriya Kurdî 22’ê Nîsanê, xwe dispêre dîroka derketina yekemîn rojnameya Kurdî ya bi navê Kurdistan di sala 1898’an. Îsal rojnamegeriya Kurdî mîrateyeke 127 salan li pey xwe dihêle ku bûye bingeheke bihêz ya dorfirehkirina qada çapemeniya Kurdistanî.

Bi vê boneyê, îro Zanîngeha Kobanê bi amedebûna dehan rojnemevan, xwendekar, nûneriyên sazî û rêxistinên li kantonê penelek lidarxist.

Piştî deqeyek rêzgirtin, gelek axaftin hatin kirin.

‘Emê bi rojnamegeriyeke azad hebûna gelê xwe biparêzin’

Rêveberiya Peymangeha Bilind ya Ragihandinê Rûken Oral wiha got: “Roja Rojnamegeriya Kurdî ji bo me cejneke ku em bawer in bi vê rojê re gotinên azad derketin holê û êdî heqîqeta li Kurdistanê ronahî da. Bi derketina Rojnameya Kurdistanê re guhertineke bingehîn di dîroka çandî, siyasî û civakî a Kurdistanê de pêk hat. Ev zêdetirî sedsalekê ye ku peyva azad bûye çeka me û em bi vê çekê parastina hebûna xwe dikin. Her wiha bûye pireke ku em pêşerojeke azad, wekhev û demokratîk rês bikin. Rojnamegerî ji warê pêşeyî zêdetir, ereke mirovî û niştîmanî ye ku emê bi riya wê xwedî li doza gelê xwe derkevin.”

Piştre panel bi pêşkêşkirina dîroka derketina raghandina Kurdî, girîngî û bandora wê li ser civaka Kurdistanê ji aliyê hîn rojnemevanan ve hat vegot.

Piştre sînevizyon û pêşengeheke wêneyan ku ji aliyê xwendekarên Peymangeha Bilind a Raghandinê ve hatibûn amedekirin, hatin pêşandan.

Li aliyekî din, Zanîngeha Kobanê Yekîtiya Raghandina Azad xelat kir ku rojnemevan Dicle Ehmed di dema wergirtina xelatê de teqez kir ku ewê dest ji têkoşîn û doza xwe berndin û şopa hevriyên xwe berdewam bikin.

Herî dawî jî li gel koma şehîd Gîvara ya TEV-ÇAND a Kobanê, Roja Rojnemegeriya Kurdî bi gerandina govendê hat pîrozkirin.