‘Divê zarokên di bin bandora DAIŞ’ê de vegerin welatên xwe’
Hevseroka Kampa Holê Jiyan Hanan diyar kir ku bi hezaran zarokên li Kampa Holê bi îdeolojiya DAIŞ’ê mezin dibin û xwest ku ev zarok vegerin welatên xwe.

SÎLVA ÎBRAHÎM
Hesekê – Li ser hewldanên reva ji şanikên DAIŞ’ê û xebatên wan, bi beşdariya Hêzên Ewlekariya Hundir a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) li Kampa Holê di 18’ê Nîsanê de operasyonek berfireh a ewlehiyê dan destpêkirin. Di sê rojên destpêkê yên operasyonê de, 20 endamên DAIŞ’ê hatin girtin. Di nav wan de jin jî hebûn. Di heman demê de di dema lêgerînan de gelek çek û amûrên leşkerî hatin desteserkirin. Li kampê operasyon didome.
Hevseroka Kampa Holê Jiyan Hanan derbarê operasyonê de ji ajansa me re axivî. Jiyan Hanan bal kişand ser girîngiya paqijkirina zarokan a ji îdeolojiya radîkal û pêvajoyên rehabîlîtasyonê.
‘Bi îdeolojiya DAIŞ’ê mezin dibin’
Jiyan Hanan wiha got: “Ev xetereya ku ji bo van zarokan ava dibe, çavkaniya xwe ji qada ne tendurist û radîkal a ku lê mezin dibin digre. Bi îdeolojiya DAIŞ’ê tên mezinkirin. Ev rewş ne tenê ji bo herêmê, ji bo hemû dinyayê gefan çêdike. Ji ber ku li kampê bernameyek bi bandor a rehabilitasyonê tuneye, tîmên alîkariyê yên li beramber hene ji ber çalakiyên wan ên tundiyê, zarok dibin qurbanên îdeolojiya malbatan. Bi taybetî zarokên ku di beşa jinên koçber de dimînin, weke beşa herî zêde rastî tundiyê tên derdikevin pêş.”
‘Li cîhên ku jin lê ne radîkalbûn tê dîtin’
Jiyan Henan da zanîn ku başa jinên koçber ên malbatên DAIŞ’î yên biyanî lê dimînin, girîngî didin îdeolojiya DAIŞ’ê û sedema wê wiha vegot: “Ji ber ku bi bawerî tevlî nav refên DAIŞ’ê bûne û wek beşa herî zêde tên qebûlkirin.” Jiyan Hanan destnîşan kir ku li kampên ku jinên Îraqî û Sûriyeyî lê dimînin, di asteke diyar de radîkalbûn tê dîtin û wiha got: “Ev jin ji xuyakirina ji derve de, ji cilên ku zarok li xwe dikin û bikaranîna sembolên dilsoziyê, aşkera tên zanîn.”
‘Divê zarok vegerin welatên xwe’
Jiyan Henan da zanîn ku divê ev zarok vegerin welatên xwe, divê her welat zarokên ku hemwelatiyên wan in, li gor bicîhanîna erka xwe bibin. Jiyan da zanîn ku bi riya bernameyên ku wan rehabîlîte bikin û vê îdeolojiyê ji holê rakin, dikarin ji nû ve bi civakê bidin qezenckirin. Jiyan anî ziman ku divê civaka navnetewî berpirsyariya xwe ya li beramberî van zarokan pêk bîne.
Li herêma Baxoz a Dêrazorê, di operasyona bi pêşengtiya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi desteka hewayî ya koalîsyona Navanetewî dimeşîne de li dijî çeteyên DAIŞ’ê serkeftinek girîng hat bidestxistin. Ev pêngav, di aliyê qada dawî ya DAIŞ’ê ya li Sûriyeyê ket de, bû xalek werçerx a krîtîk. Piştî operasyonê, li beşa jinên koçber ên zarok û jinên biyanî, jinên ku dest ji hevjînên xwe yên DAIŞ’î berdane û ji Baxozê hatine, hatin bicîhkirin. Endamên DAIŞ’ê yên hatine girtin, kirine girtîgeha Sinaa ya li Hesekê.
DAIŞ dest davêje zarokan
Divê li Kampa Holê zarokên herî biçûk 5 salî bin. Lê belê li kampê, gelek zarokên ji 5 salî biçûktir hene. Ev jî, pirsa ‘jinên DAIŞ’î van zarokan çawa anîne?’ tîne rojevê. Li gorî agahiyên ku ajansa me berhev kirine, hinek endamên DAIŞ’ê yên nû gihane, destdirêjiyê li zarokan dikin û hewl didin ku wisa bibin xwedî zarok. Ev rewş, hejmara zarokên DAIŞ’iyan zêde dike, wek perçeyek ji planê ku xwe cardin bi rêxistin bike bikar tîne. Ev zarokên ku wek Eşber El Halifet (Zarokên Xelifetê) tên zanîn, di nava kampê de serî radikin û guh nadin fermanan. Êrîşên li dijî tîmên alîkariyê û kesên din ve, ji aliyê dayîkên wan ve tên organîzekirin.
‘Malbatên ku eleqeya man bi DAIŞ’ê re tuneye jî hene’
Jiyan Hanan têkildarî Sûriyeyiyên li kampê jî wiha got: “Piştî rûxandina rejîma Esed, em ji bo ku Sûriyeyiyan vegerînin welatên wan, xebatan dimeşînin. Ev mijar, wê bi hikûmeta demkî re were nîqaşkirin. Ji ber ku li kampê malbatên ku tu eleqeya xwe bi DAIŞ’ê re tune jî hene. Ev jî ji bo jiyana wan dibe gef.”