Êrîşên li ser Xezayê: Herî kêm 25 sivîlan jiyana xwe ji dest dan

Komeleya Parastina Sivîl a Filistînê raihand ku di encama êrîşa hewayî ya Îsraîlê de li Zîvala Xezayê herî kêm 25 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan – Rayedarekî ji parastina sivîl a li Xezeyê ji AFP'ê re ragihand ku di encama êrîşa hewayî li ser malekê li navenda Xan Yûnis a li herêma başûrê Fîlîstînê de 9 kesan jiyana xwe ji dest dane û 6 kes jî winda bûne.

Her wiha hat ragihandin ku li Xezeyê di êrîşên li dijî du kampên cuda yên penaberan de bi giştî 10 sivîlan jiyana xwe ji dest dan. 5 kes li Kampa Penaberan a el-Şatî û 5 kes jî ku di nava wan de jinek jî heyî li Kampa Cibeliya jiyana xwe ji dest dan.

Li rojavayê kampa Cebaliya di encama êrîşekê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dane û her wiha 2 kes jî li Refeh a li başûrê Zîvala Xezayê jiyana xwe ji dest dane.

Îsraîl ê ku agirbesta nêzî du mehan xirab kir, di 18’ê Adarê de li Xezayê dijî Hamasê dest bi êrîşên hewayî û bejahî kir. Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê, ji 18'ê Adarê heta niha herî kêm hezar û 864 Filîstîniyan jiyana xwe ji dest dane.

Hat ragihandin ku di şerê ku piştî 7'ê Cotmeha 2023'yan destpê kir de hejmara kesên li Xezeyê jiyana xwe ji dest dane bûye 51 hezar 240.