Li Zahedanê gelek avahiyên welatiyên Belûc hatin hilweşandin

Leşkerên Îranê, li Zahedanê li gel tîmên şaredariyê li ser herêma Keşaverz û cadeyên wilayetê yên 42 û 44 de girt û gelek avahiyên welatiyên Baluc hilweşandin.

Navenda Nûçeyan – Hêzên leşkerî yên Îranê li gel tîmên şaredariya Zahedan operasyonek berfireh li herêma Kaşaverz û kolanên 42 û 44 yê wilayetê  pêkanîn û gelek avahiyên welatiyên Beluc hilweşandin.

Li gorî çavkaniya medyaya xwecihî, operasyone beriya çend saetan destpê kiriye û hê didome. Li gorî agahiyên destpêkê, heta niha herî kêm 10 avahî hatine hilweşandin.

Çavkaniyên xwecihî gotin: “Hêzên leşkerî û memurên şaredariyê, bêyî biryarek a darazê ketine herêmê. Gelên taxê di nava sosret û fikaran dene, hinek malbatan hê tiştên xwe dernexistine derve.”

Di wêne û dîmenan de tê dîtin ku, erebeyên leşkerî, duzerên şaredariyê û hejmarek zêde ya hêzên ewlehiyê ketine herêmê û malan li pey hev di hilweşînin.

Li gorî agahiyên hatine weşandin, hêzên leşkerî kesek ku hewl daye hilweşandina avahiya xwe asteng bike derb kirine. Kesê mijara xebarê ser hişê xwe çûye û gelên taxê ji bo wî ji destê hêzên ewlehiyê rizgar bikin li derdorî wî kom bûne.