Li Xezayê bi hezaran zarok winda ne
Berdevkê UNICEF’ê yê Xezayê diyar kir ku li Xezayê tevî agirbestê jî krîza mirovî didome zanîn ku yek ji pirsgirêkên li peşiya xebatên mirovî pirsgirêka zarokên winda ne. Ofîsa Koordînasyona Karên Mirovî ya NY (OCHA) rewşê wek ‘felaket’ bi nav kir.
Navenda Nûçeyan – Li Xezayê tevî peymana agirbestê, malbat hê di mijara bicihbûn, xwarin û dermanan de pirsgirêkên mezin dijîn. Yek jî pirsgirêkên herî girîng a mirovî jî kesên winda yên di bin xirbeyan de mane. Bi hezaran malbat bi derfetên kêm li xizmên xwe digerin.
Berdevkê UNICEF’ê li Xezayê, di daxuyaniya duh de, diyar kir ku yek ji pirsgirêkên herî mezin ku xebatên mirovî asteng dike pirsgirêka zarokên winda ne. Berdevk da zanîn ku ne pêkan e xwe bigihîjînîn hejmarên rast.
Winda hê di bin xirbeyan de ne
Li gorî texmînên dawî, tê fikirîn ku nêzî 10 hezar kes winda ne û piraniya wan hê di bin xirbeyan de ne. Nebûna makîneyên pêwist ên kar ji bo rakirina blokên giran ên beton, tesbîtkirina rewşa windayan ne pêkan dike. Berdevk da zanîn ku hinek cenaze du sal an zêdetir e di bin xirbeyan de mane, ji ber wê tesbîtkirina nasnameyan gelek zor e.
Berdevk îfade kir ku rewşa kaotîk a li Xezayê, bandorê li qeydên welidînê jî kiriye, ji ber vê xwegihandina daneyên rast di vê qonaxê de hema bibêje ne pêkan e. Got ku xizmetên civakî û pergala îdarî ya sivîl ji bo dîsa bi rêk û pêk bixebite, pêwistî bi qadek bi îstîqrartir heye.
Ji ber êrîşan bi hezar zarok astengdar in
Li gorî texmînên UNICEF’ê, 44 hezar û 143 zarok di astên cuda de birîndar bûne. Berdevk anî ziman ku beşek girîng a van zarokan, wê heta astengiyên fîzîkî û travmayên kûr ên psîkolojîk bijîn. Wezareta Tenduristiya Filistînê jî eşkere kir ku di encama êrîşan de bi hezran zarok bûne astengdarên mayînde.
Li Xezayê rewş felaket e
Berdevkê Ofîsa Koordînasyona Karên Mirovî ya NY (OCHA), got ku rewşa mirovî ya li Xezayê hê ‘felaket’e. Da zanîn ku tevî agirbestê, Îsraîl bi awayekî cidî gihandina alîkariyan ji bo sivîlan asteng dike.
Berdevk îfade kir ku di teoriya agirbestê de divê xwegihandin zêde bin lê belê rastiya li qadê di bin bendewariyên rewşê de ne.
Li gorî OCHA’yê, tîmên mirovî dikaribûn xwarinê bigihîjînin ji milyonek zêdetir nîn in. Di heman demê de di mijara malzemeyên bicihbûnê, av, derman û pêwistiyên din ên bingehîn de destek pêk anî. Lê belê diyar kir ku ev alîkarî li beramberî pêwistiyên Xezayê hê kêm e.
Berdevk destnîşan kir ku divê Xeza di rojeva dinyayê de bimîne, agirbest krîza mirovî bi dawî nekiriye. Da zanîn ku pêwistiyên Xezayê ew e ku ji sînordarkirinên ewlehî û siyasî dûr, herikîna alîkariya bi ewle û domdar, tenê bi vê derfetên jiyana mirovî ji bo sivîlan were pêkanîn.