Dayîkên Şemiyê cara hezar û 77’an ji bo edaletê hatin ba hev

Dayîkên Şemiyê ku cara hezar û 77’an e li Qada Galatasarayê tên ba hev û banga edaletê dikin gotin: “31 sal in aqubeta Nazim Gulmez di tarîtiyê de maye û kiryar bi bêcezatiyê hatin parastin.”

Stenbol – Çalakiya Dayîkên/Mirovên Şemiyê ku li aqûbeta xizmên xwe yên di binçavan de hatine windakirin dipirsin û dixwazin kiryarên wan bên eşkerekirin û darizandin, di hefteya 1077'an de li Qada Galatasarayê berdewam kir. Dayîkên Şemiyê li Qada Galatasarayê bi qurnefîl û wêneyên kesên di binçavan de hatine windakirin kom bûn û ji bo Nazim Gulmez (61) edalet xwestin.

Daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê endamê ÎHD'ê Umît Tekay Dişli ve hat xwendin. Umît Tekay Dîşlî bi bîr xist ku berpirsyariya kesên tên binçavkirin a dewletê ye û got: “Nazim Gulmez ê 61 salî, bavê 9 zarokan, li gundê Taşitli yê navçeya Xozata Dêrsimê dijiya. Nazim Gulmez ku bi çandinî û sewalvaniyê re mijûl dibû, di civaka xwe de pir dihat hezkirin û rêz jê re dihat girtin.”

Umît Tekay Dîşlî diyar kir ku leşkerên Lîwaya Komando ya Bolûyê di 14'ê Cotmeha 1994'an de çûne gundê Taşitliyê û got: “Saet li dora 9:30'yê sibehê, leşkeran Nazim Gulmez ji mala wî birin da ku di operasyona berdewam de bibe rêberê wan. Gulmez û sê gundiyên din birin. Muxtarê gund û hemû gundî şahidên bûyerê ne. Her sê kesên ku leşkeran wan bi Gulmez re birin piştî demek hatin berdan û vegeriyan gund lê careke din ji Gulmez agahî nehat girtin. Dema ku hevjîna wî Garip Gulmez ji rayedarên leşkerî pirsa wî kir, rayedaran got, 'Leşkeran ew birine navenda bajarê Dersimê û li wir hiştine.' Îtiraza Garîp Gulmez ku got 'Hevjînê min xwenda ye û rê dizane; heke ew bihata berdan, ew ê bihata malê' bê bersiv ma.”  

‘31 sal in aqubeta Nazim Gulmez di tarîtiyê de maye’

Umît Tekay Dîşlî diyar kir ku malbata Gulmez serî li Dozgeriya Xozatê daye û got: “Lê belê, der barê windabûna Gulmez de tu tedbîrên bi bandor nehatin girtin. Dosyaya lêpirsînê di navbera Dozgeriya Xozatê, Dozgeriya Leşkerî ya Xarpêtê û Dozgeriya Dadgeha Ewlehiya Dewletê ya Meletiyê de çû hat. Ji ber ku dozgeran hewldan û xebata pêwist ji bo ronîkirina dozê nîşan nedan, di dozê de tu pêşketin çênebû. 31 sal in aqubeta Nazim Gulmez di tariyê de maye û kiryarên wî bi bêcezatiyê tên parastin. Çiqas sal derbas bibin jî em ê dev ji daxwaza edaletê ji bo Nazim Gulmez, ji bo hemû windahiyên xwe bernadin û tînin bîra her kesê ku divê dewlet li gorî rêgezên hiqûqî yên gerdûnî tevbigere.”

Çalakî bi danîna qurnefîlan li Qada Galatasarayê bi dawî bû.