Li Yemenê li dijî şîdeta dîjîtal kampanya hat destpêkirin
Li Yemenê ku salên dirêj e bi gelek qeyranan re têdikoşe, şîdta dîjîtal bi taybetî ji bo jin û zarokên keç mîna yek ji gefên herî xeternan e. Ev gef, ji ber binesaziya qanûnî ya qels, nebûna hişmendiya civakî û tirsa demxekirinaa mexdûran, zêdetir dibe.
RAHMA ŞANZÛR
Yemen – Yekîtiya Jinan a hikûmeta Ammateyê, bi armanca daliqandina afişên hişyariyê ya li hinek kolanên bajarê Yemenê kampanyayek berfireh da destpêkirin. Armanc bi vê kampanyayê ew e ku têkoşîna li dijî şîdeta dîjîtal a yek ji cureyên tundiya dîjîtal e ku roj bi roj zêde dibe, bi awayekî bi hêz û bi baweriyeke xurt di qada dîjîtal de mîsoger bike.
Kampanyaya ku beriya çar rojan dest pê kir, di çarçoveya Projeya Zêdekirina Beşdariya Jinan di Pêvajoyên Aştiyê de û Parastina Qada Dîjîtal de cih digre. Proje, armanc dike ku ji bo jinên ji ber zextên civakî û nebûna amûrên qanûnî xwe xistine nava xefike, parastina dîjîtal mîsoger bike.
Diyardeya ku bi awayekî bêdeng mezin dibe
Di salên dawî de li çend bajarên Yemenê, bi taybetî di nava xwendekarên jin, aktîvîst û jinên ku di cîhana serhêl de ji bo kar an jî perwerdeyê çalak in de, di bûyerên zordariya bi riya dîjîtal de zêdebûnek diyarker hat dîtin.
Rêxistinên herêmî, diyar dikin ku her sal giliya bi sedan kesan digrin lê gelek mexdûr ji ber tirsa şerm û zexta civakî gilî nakin. Aktivîst destnîşan dikin ku di gelek rewşan de sûcdar ne xwedî materyalek rast in, li şûna vê yekê bi hilberandina wêne yan jî çîrokên sexte mexdûran di rewşeke zehmet de dihêle. Lê belê gelek mexdûr ji ber tirs û bêdengiyê zêdetir dikevin bin zextê û ev yek jî hêza zordardestê zêde dike, dibe sedema zêdekirina daxwazên wan kesan.
‘Zarokên keç ji ber şerm û bertekên malbat an jî civakê ditirsin’
Aktîvîsta civakî Alhan El-Şîbanî, destnîşan dike ku şîdeta bi riya dîjîtal di roja me ya îro de veguheriye diyardeyek pir belav û yek ji cureyên herî xeternak ên tundiya dîjîtal e ku jinên Yemenî hedef digre. Alhan El-Şîbanî, wiha got: "Şîdeta dîjîtal cureyek tundiyê ye, sûcdar bi bikaranîna wêne, vîdyo yan agahdariya kesan, mexdûran dixe bin kontrola xwe û şantaj dike.”
Alhan El-Şîbanî, da zanîn ku faktora sereke ya di belavbûna vê cure zordestiyê de tirs e û wiha axivî: "Tirs dibe sedem ku zarokên keç ji gilîkirinê dûr bisekinin. Zarokên keç ji ber şerm an jî bertekên malbat û civakê ditirsin. Lê belê, kesê zordestiyê dike dizane tirs çeka wan a herî bihêz e."
Alhan El-Şîbanî, destnîşan dike ku gava ewil a alîkariya mexdûran ew e ku rewşê ji malbatên xwe re ragihînin û piştre serî li rayedarên qanûnî yên têkildar bidin û wiha got: "Gava ewil a ku divê jin bavêjin ew e ku rewşê ji malbatên xwe re ragihînin û piştre ger guncaw be bi rayedarên têkildar re têkiliyê deynin.”
Banga piştgiriya civakê: Divê hemû kes têbikoşin
Alhan El-Şîbanî, da zanîn ku aktivîst di şopandina dozên mexdûran de roleke girîng dilîzin û axaftina xwe wiha domand: “Lê belê, hewldanên kesî têr nakin. Em weke activist hewl didin alîkariya jin û zarokên keç bikin da ku mafên xwe bi dest bixin û piştrast bikin ku tu dozek zordestiya dîjîtal bê çareserî namîne. Divê jin ji mafên xwe tawîz nedin û em ê heta çareseriyê mîsoger bikin, bi wan re têbikoşîn.”
Alhan El-Şîbanî, di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku hewldanan bi riya afîşên hişyariyê, naverokên li ser platformên medyaya dîjîtal, xebatên atolyeyê û bernameyên perwerdeyê ji bo avakirina hişmendiyê dibin alîkar û got: "Em hêvî dikin afîşên ku niha li bajaran hatine daliqandin û naverokên ku li ser medyaya dîjîtal tên belavkirin, di nav civakê û mexdûran de hişmendiyê çêbikin.”
‘Şîdeta dîjîtal valahiyek derûnî dihêle’
Derûnînas Şeyma el-Samî, bandorên derûnî yên zordestiya dîjîtal a li ser mexdûran bi van gotinan analîz dike: "Zordestiya dîjîtal bandorên derûnî yên rasterast û cidî li ser jinên ciwan dihêle. Piraniya mexdûran, dema rastî zordestiyê tên, derûniya wan xirab dibe. Jinek ku rastî zordestiya dîjîtal tê, dest bi xerabûna derûnî ya mîna fikar û depresyonê dike û carna dikeve nava şokê. Jin di nava mirovan de îzole dibin, xwebaweriya wan kêm dibe, rêzgirtina wan a ji xwe re kêm dibe û baweriya xwe bi derdora xwe winda dikin. Zarokên keç bêhtir tirsonek dibin, her dem di nava tirs û fikarên ku dijîn de xwe tenê hîs dikin."
Şeyma el-Samî, diyar dike ku ger mexdûr piştgiriyê negirin, wê rewş bi demê re xirabtir bibe û ev yek bibe sedema pirsgirêkên derûnî yên cidî. Şeyma el-Samî got: "Her wiha ger jinek piştgiriya derûnî negire, dibe ku bikeve depresyona domdar û ramanên wê rêşbîn bin, jêhatibûna xwe ya di ware biryargirtinê de winda bike.”
Şeyma el-Samî da zanîn ku kampanyayên hişyariyê yên di demên dawî de li Yemenê hatine destpêkirin, gaveke girîng e û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Afîşên ku demên dawî li bajaran hatine daliqandin, ji bo avakirina hişyarkirina têkildarî xetereyên zordestiya dîjîtal pir girîng in. Hewldanên bi vî awayî, ji bo hişyarkirina civakê têkildarî vê mijarê gelek girîng in.”
‘Kampanyayên heyî dîwarê tirsê hildiweşînin’
Xwendekara medyayê Hanîn El-Hudurî jî balê dikşînê ser girîngiya kampanyayên bi vî awayî yên di nava jinên ciwan de û wiha dibêje: "Kampanyayên hişyariyê yên têkildarî şîdeta dîjîtal ji bo me pir girîng in. Gelek jin ditirsin ku têkildarî vê mijarê biaxivin lê belê ev kampanya dîwarê tirsê hildiweşînin û jinan teşwîq dikin ku gilî bikin.”
Hanîn El-Hudurî, wiha got: “Afîşên li kolanan, didin hîskirin ku jin ne bi tenê ne û civakek ku ji bo serkeftina vî şerî piştgiriyê dide wan heye.”
Bi awayekî bi lez bi belavbûna qada dîjîtal re, jin û zarokên keç ên li Yemenê rastî xeterê tên û dibin mexdûrên mexdûrên şîdeta dîjîtal. Divê pergala civakî ya ku li şûna sûcdar, mexdûran hedef digre biguhere.
Nebûna hişmendiya civakê û pergalên parastinê yên bi bandor, sûcên dîjîtal veguherandine barekî derûnî û civakî. Lê belê, kampanyayên hişyariyê yên ji aliyê rêxistinên civaka sivîl yên mîna Yekîtiya Jinan a Hikûmeta Ammateyê ve tên destpêkirin, berpirsyariya civakê ya parastina jinan a ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê ji nû ve tînin rojevê. Ev ne tenê berpirsyariya kesekî ye; berpirsyariyek civakî û erkek e, hewceyê bi tevgera bi hev re heye.