Li Yemenê 2 zarok bi teqîna mayînê mirin
Du zarokên li parêzgeha Beyda ya Yemenê dema ku pez diçêrandin, di teqîna mayînekê de mirin.

Yemen – Du zarok dema ku li herêma el-Ghul a navçeya Nu'man a li parêzgeha Beyda ya Yemenê pez diçêrandin, ji ber teqîna mayînekê jiyana xwe ji dest dan. Vê bûyerê careke din xetera mayînan a li ser sivîlên li welêt derxist holê.
Herêmên kuştinê
Endamê Komîsyona Lêpirsîna Neteweyî Îşraq el-Meqtrî, diyar kir ku di teqînê de du zarokên keç ku yek 17 salî û yek 12 salî ye, mirine. Îşraq el-Meqtrî got, "Erdên çandiniyê û çêrgehên ku berê ji bo jin û zarokan ewle dihatin hesibandin, ji ber mayînên bi awayekî bêserûber hatine çandin, veguheriye deverên kuştinê."
6 hezar û 400 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li gorî Tora Maf û Azadiyên Yemenê, hejmara qurbanî û birîndarên ji ber mayînan li welêt ji 6 hezar û 400’î derbas bûye. Di nav wan de 412 jin û 677 zarokên keç hene. Her wiha, 918 kes seqetên daîmî hene, di nav de 413 amputasyon û du kes jî çavên xwe bi temamî winda kirine.
Li gorî daneyên Navenda Mayînkirina Masamê ku li bajarê Taîzê dixebite, di salên dawî de 220 jin û zarok ji ber mayînan mirine an jî birîndar bûne. Di van bûyeran de, 17 jin an zarokan jiyana xwe ji dest dane, di heman demê de 203 kes jî bi pileya cûda birîndar bûne. Hin ji van birîndaran bûne sedema seqetiyên mayînde, ku şiyana jinan a tevger, perwerdehî û domandina jiyana xwe ya rojane sînordar dike.
Parêzvanên mafên mirovan destnîşan kirin ku herî zêde jin û zarok bandor dibin in û bang li rêxistinên mirovî kirin ku ji bo paqijkirina mayînan, afirandina cihên jiyanê yên ewle û dabînkirina piştgiriya psîkolojîk û fîzîkî ji bo rizgarbûyan tedbîrên lezgîn bigirin.