Li Xezayê sûcên mirovî: Bêdengî tê wateya beşdarbûna van sûcan

Hemşîre Cemîla Ezam ku bûye şahidê kêliyên hedefgirtina nexweşxaneya Kemal Edwan bal kişand ku lêgerîna tazî jî di nav de leşkerên Îsraîlê gelek sûcên mirovî kirine û got: “Bêdengiya dinyayê tê wateya beşdarbûna van sûcan.”

NEXIM KERACÊ

Xeza – Di encama operasyona bejahî ya ku Îsraîlê li zîvala Xezayê di 7’ê Cotmeha 2023’an de destpê kiriye de, sazî û noqteyên tendûristiyê dibin hedefa yekem a êrîşan. Ev kiryar jî wek sûcên li dijî qanûnên navnetewî û mirovî tê nirxandin.

Nexweşxaneya Kemal Edwan ku stargeha nexweşan bû, veguherî qada şer û pevçûnan. Di 27’ê Kanûna 2024’an de derdora nexweşxaneyê rastî êrîş û topbaranên hêzên Îsraîlê hat. Di van êrîşan de hemû nexweş, hemşîre û qada tendûristiyê bûn hedef. 

‘Stargeha nexweşan bû armanca sereke ya êrişan’

Hemşîre Cemîla Ezam ku bûye şahidê kêliyên bi êş ên hedefgirtina nexweşxaneyê, wiha dibêje: “Li derdora nexweşxaneyê dengê teqînan dijwartir bû. Dagirker derdora nexweşxaneyê û deriyê wê hedef girtin, piştre qada wê jî bi obûsên xwe kirin armanc. Ev bûyer wek kabûsek bû. Dengê balafiran, nexweşan û wêrankirina avahiyê tu car ji bîra min naçin. Tevî domdariya êrîşan jî ev nexweşxane stargehek bû ku bi hezaran milet hembêz dikir. Di kêliyek de ev stargeh hat hilweşandin û zirarên mezin dît. Her wiha veguherî qadeke şer. Me hewl da ku em nexweşan beriya destpêkirina êrîşê derxin, lê mixabin ji ber dijwariya êrîşan em neçar man di nexweşxaneyê de bimînin.”

‘Tevî xeteriyan me biryara derketinê stend’

Cemîla da zanîn ku hêzên Îsraîlê bi darê zorê û çekan ew ji nexweşxaneyê derxistine û wiha got: “Hêzên Îsraîlê bi balafiran gef li xwarin ku em nexweşxaneyê vala bikin û em di bin gefa çekan de derketin. Dagirkeran xwestin jinan di nexweşxaneyê de bihêlin û tenê mêr derkevin. Ev biryar metirsiyek li gel me ava kir ku wê destdirêjiyê ser me bikin. Ji ber vê yekê tevî xeteriyan me biryara derketinê stend. Em derketin û çarenûsa me ne diyar bû. Leşkerên dagirkeran bi fişekan êrîş dikirin û tu rêz ji hemşîre û nexweşan re nîşan nedan.”

‘Lêgerîna tazî li me ferzkirin’

Cemîla da zanîn ku leşkeran xebatkarên tendirustiyê, nexweş û birîndar birine dibistana “El Fexûra” ya li wargeha Cebeliya ku ev yek li êşên miletê zêdetir kiriye. Cemîla Ezam behsa kêliyên bi êş ên jinan ku li dibistanê rûbirû mane kir û wiha pê de çû: “Li dibistanê jinan gelek astengî û êş dîtin. Ji bilî wê kiryarên derûnî û bedenî jî dîtin.” Cemîla Ezam bal kişand ku leşkerên Îsraîlê lêgerîna tazî li wan ferzkirine û wiha domand: “Dema ku em gihîştin dibistanê, bi darê zorê û bi karanîna çekê xwestin ku em hîzarên xwe bavêjin, her wiha hin cilên me jî ji bo kontrolkirinê danîn. Ev yek jî wek sûcek kolektîf ê li dijî rûmetên me bû. Leşker ji rûreşkirina me gelek kêfxweş dibûn.”

‘Kiryarên li dijî xebatkarên tendûristiyê sûcek e’

Cemîla Ezam qala rêwîtiya xwe ya bi êş a piştî serbestkirina wan kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Piştî kontrolê em serbest berdan. Me dest bi rêwîtiyek dûr û dirêj a êşkenceyê kir, em bê av û xwarin meşiyan. Ew rêwîtî wek kabûsekê bû. Kiryarên ku li dijî jin û xebatkarên nexweşxaneya Kemal Edwan pêk hatin, sûcek li hember mirovahiyê ne. Tenê em daxwaza parastina mafê xwe ya di qada tendirustiyê de dikin. Karê me karek mirovî ye. Li kêleka wê êşa dijwar jî, hevjînê min ji aliyê hêzên Îsraîlê ve hate girtin. Ew jî hemşîr e. Tevî ku li saziyên mafên mirovan û Xaça Sor li wî digerim, heya niha tu agahiyên min derbarê wî de tuneye. Li ber çavên dinyayê jin li Xezayê di kiryaran re debas dibin û tên hedefgirtin. Em mirov in ku peyamek mirovahiyê hildigirin. Bêdengiya dinyayê tê wateya beşdarbûna van sûcan.”

‘Tevî hebûna peymanan kiryaran dimeşînin’

Cemîla destnîşan kir ku tiştê ku kadroyên tendûristiyê û jinan li nexweşxaneya Kemal Edwan û li dibistana El Fexûra dîtine, binpêkirinek eşkere ya bendên yasayên mirovî yên navneteweyî ne û wiha got: “Di benda hejmar 18’emîn a Hevpeymana Cenewre ya di sala 1949’an de hatiye îmzekirin de dibêje ku ‘nexweşxaneyên sivîlan ku alîkariyên tendûristiyê pêşkêş dike nikarin bên hedefgirtin an jî rastî êrîşan bên’. Her wiha xala hejmar 20 jî destwerdana kedkarên qada tendûristiyê û astengkirina karên wan qedexe dike. Kiryarên ku li herêmên bi alozî û bakurê Xezayê li ser jinan dimeşînin, li dijî hemû yasa û peymanên navnetewî ne. Divê tevgerên navnetewî hesab ji kujerên van kiryaran bixwazin û parastina jinan a ji kiryaran misoger bikin.”