Li Xezayê nîv milyon mirov bi xeteriya mirinê re rû bi rû ne

Hêzên Îsraîlê, tevî hişyariyên wek ‘ji ber xelayê mirinên komî dê bên jiyîn’ jî, li herêmên cuda yên Zîvala Xezayê êrîşen xwe yên dijwar didomînin. Di encama êrîşan de kesên li benda alîkariya mirovî bûn jî di nav de 12 Filistînî mirin.

Navenda Nûçeyan – Neteweyên Yekbûyî, ragihand ku li Xezayê zêdetirî nîv milyon mirov bi birçîbûn û mirinê re rû bi rû ne û bi deh hezaran zarok jî bi kêmbûna xurekê ya giran û encamên ku mirovan dikujin re rû bi rû ne. Her wiha NY’ê diyar kir ku hejmara mexdûrên xelayê jî bûye 313 kes.

Di roja 692’yemîn a şerê li Xezayê de çavkaniyên nexweşxaneyan, ragihandin ku di encama êrîşên Îsraîlê de 5 kesên li benda alîkariya mirovî bûn jî di nav de 12 Filistînî mirine û gelek kes jî birîndar bûne. Êrîşên Îsraîlê yên li dijî kesên ji cih û warên xwe bûne û li benda alîkariyê ne jî didome û Îsraîl ji bo tevgera bejayî amedekariyên xwe didomîne.

Wezîrê Tenduristiyê yê Xezayê, hişyarî da ku di rojên pêşiya me de ji ber xelayê mirinên girseyî zêde dibe û UNRWA’yê jî destnîşan kir ku li Xezayê cihên ewle tunene. Hat ragihandin ku 119 jê zarok hejmara kesên ji xela jiyana xwe ji dest dane bûye 313. Her wiha zêdetirî 132 hezar zarokên di bin pênc salî de di bin xeteriya kêmbûna xurekê ya cidî de ne û dibe ku di mehên pêşiya me de 43 hezar zarok jiyana xwe ji dest bidin. NY’ê xelaya li Xezayê mîna çêkirina ji aliyê mirovan ve binavkir û hişyarî da ku li herêmê kes ne di ewlehiyê de ye.