Li Xezayê ji ber lehiyê kon di nava avê de man

Li Xezayê rewşa mirovî, ji ber baran û rabûna lehiyê her diçe girantir dibe. UNICEF’ê ragihand ku ji ber kon di nava avê de mane, jiyan zortir bûye û diyar kir ku alîkarî têra pêdiviyan nakin her wiha bal kişand ku rewş di asta ‘karesatê’ de ye.

Navenda Nûçeyan Di rojên dawî de li herêmên cuda yên Xezayê ji ber barana zêde lehî radibe. Ji ber lehiyê bi dehan kon di bin avê de mane. Kesên ku jixwe ji ber bêwarî û kêmasiya alîkariyan di rewşeke zor de ne; bi hatina zivistanê, serma û lehiyê re ketin rewşeke zortir.

Berdevkê Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî, roja 15’ê Kanûnê daxuyaniyek da, diyar kir ku bi taybetî bi barana zêde re mercên jiyanê yên zarokên Xezayê xirabtir bûne. Berdevk bal kişand ku alîkariya heyî ji pêdiviyan pir kêmtir e.

Berdevk diyar kir ku UNICEF’ê li Zîvala Xezayê dest bi belavkirina alîkariyan kiriye û da zanîn ku alîkarî têra pêdiviyan nakin. Her wiha diyar kir ku bi hatina baranê û rabûna lehiyan re kon di bin avê de mane û êşên zarok û kesên di konan de dimînin girantir bûne.

Bi sedan kon di bin avê de man

Saziyên medyayê ragihandin ku bi barana zêde re li Zîvala Xezayê konên ku bi sedan kes li wan dimînin di bin avê de mane. Li Xezaya di bin dorpêçê de baran bi bahoza dijwar re didome û ev yek jî mercên mirovên ku jixwe bêmal û war manek xirabtir dike. Her wiha bal hat kişandin ku ji ber tunebûna mudaxeleya navneteweyî û kêmasiya hêzên parastina sivîl a di warê gihîştina alîkariyê de rewş gihîştiye asta karesatê.

Bi sedhezaran kes bi xetera lehiyan re rûbirû ne

Rêxistina Koçberiyê ya Navneteweyî (IOM) jî bi daxuyaniyeke beriya çend rojan diyar kir ku li Xezayê bê sedhezaran kesên bemal ku li kon û cihên din dijîn bi xetera lehiyê re rûbirû ne. Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku nêzî 795 hezar kesên ku li herêmên nizim ên tije xirbe dijîn, li ber xetera lehiyê ne, malbat li cihên ku ewlehiya wan tune ye dijîn, hişyarî hat kirin ku ji ber tunebûna pergala kanalizasyon û avêtiyên din dê  nexweşî û şewb belav bibin.

Hêzên Îsraîlê, li Zîvala Xezayê binpêkirina agirbestê didomînin. Ji meha Cotmehê ve heta niha di êrîşan de 391 mirovên sivîl hatine kuştin, 1063 kes birîndar bûne. Agirbestê, êrîşên ku ji 7’ê Cotmeha 2023’yan ve didomin û weke “qirkirin” tên binavkirin çend roj bin jî bi dawî kiribû lê ji ber binpêkirinên ku didomin êrîş didomin. Heta niha ji 70 hezarî zêdeti mirovan jiyana xwe ji dest dane, 171 hezar kes jî birîndar bûne û hema bibêje bajar bi temamî hilweşiyaye. Li gorî texmînên Neteweyên Yekbûyî, li Xezayê maliyeta ji nûveavakirina Xezayê dibe ku bigihîje 70 milyar dolarî.