Li Xezayê binpêkirin didomîn û hejmara miriyan bû 71 hezar û 386

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan û birîndaran her diçe zêdetir dibe. Wezaretê, destnîşan kir ku hêzên Îsraîlê peymana agirbestê binpê dikin.

Navenda Nûçeyan- Hêzên Îsraîlê, peymana agirbestê ya li Xezaya dorpêçkirî, binpê dikin. Êrîşê taxa Tuffah a li rojhilatê Xezayê kirin û deverên rojhilatê Xan Yûnisê hatin hedefgirtin. Di encama van êrîşan de du Filistîniyan jiyana xwe ji dest dan û bi giştî hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan bû 71 hezar û 386 û hejmara birîndaran jî bû 171 û hezar û 264.

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê, îro ragihand ku di 24 saetên dawî de sê cenaze û 13 birîndar rakirine nexweşxaneyên li Xezayê. Her wiha di encama hilweşandina avahiyeke li Xan Yûnisê de kesek jiyana xwe ji dest da. Wezaretê, ragihand ku hejmara kesên ji ber êrîşên Îsraîlê yên ji Cotmeha 2023’an û vir ve didomin mirine bûye 71 hezar û 386 û hejmara birîndaran jî bûye 171 hezar û 264 kes.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hê jî gelek cenaze di bin kavilan de û li ser riyan in û tîmên ambulans û parastina sivîl ji ber wêranbûna zêdei riyên xirabe û êrîşên berdewam, nikarin xwe bigihîjînin wan.

Li gorî rapora îstatîstîkên rojane, ji destpêka agirbesta 11’ê Cotmeha 2025’an û vir ve hejmara giştî ya kesên jiyana xwe ji dest dane bûye 420 û hejmara birîndaran jî bûye hezar û 184 kes û hejmara cenazeyên hatine dîtin jî bûye 684.

Di daxuyaniyê de hûrgiliyên li ser mirinê nehatin dayîn lê hat destnîşankirin ku Îsraîl bi kiryarên mîna bombebarankirin, gulebarankirin û vegerandina deverên ku divê ji wan vekişe agirbestê binpê dike. Hat destnîşankirin ku şer ji sedî 90’ê binesaziya sivîl a li Xezayê wêran kiriye û lêçûna ji bo nû jinûveavakirinê li gorî NY’ê bi qasî 70 milyar dolar tê texmînkirin.

37 rêxistin hatin rawestandin

Di qada mirovî de, seroka Bîjîşkên Sînornenas (MSF) Isabelle Dufourny, ragihand ku ger Îsraîl biryara xwe ya qedexekirina çalakiyên 36 rêxistinan bi hinceta qanûneke nû venegerîne, MSF dikare di meha Adarê de xebata xwe ya li Xezayê rawestîne. MSF’ê biryar wekî "binpêkirinek eşkere" bi nav kir.

Weşana Giştî ya Îsraîlê jî ragihand ku rayedaran bi hinceta lîsteya karmendan pêşkêş nekirine, dest bi betalkirina lîsteyên xebitandinê yên 37 rêxistinên navneteweyî yên ku alîkariyê digihîjînin Xezayê kirine.